Çemê Xabûrê yê bûye şahidê bûyerên gelek bi êş

  • 09:01 27 Tebax 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Yek ji çemê Rojava yê girîng ku di sedan gundî de derbas dibe û digihêje Kantona Hesekê û tevlî Çemê Firatê dibe, Çemê Xabûrê ye. Çemê Xabûrê yê ji Bakurê Kurdistanê diherike di dîrokê de bûye şahidê gelek bûyerên bi êş. 
 
Xabûr di dîrokê de bi gelek navan hatiye naskirin. Bi zimanê Suryanî jê re Kûrahî-Kort-Kolik hatiye gotin.  Ev têgeh tê wateya kûrahiya Xabûrê û xurtbûna derbasbûna ava wê. Çemê Xabûrê ku di dîrokê de bûye şahidê gelek bûyerên bi êş bi aheng û taybetmendiya xwe her xwe parastiye. 
 
Dirêjahiya Çemê Xabûrê 320 km, ye. Jêdera Xabûrê ji gelek kaniyên li Bakurê Kurdistanê pêk tê. Çem ji Bakurê Kurdistanê diherike û ji Navçeya Serêkaniyê derbas dibe û diherike kaniya Eyn Kibrît, Eyn Hisan û gelek kaniyên din. Xabûr tevlî Çemê Ceqceq ê Kantona Hesekê dibe paşê diherike Çemê Firatê nêzî bajarê Meyadîn ê Dêra Zorê ye, ku niha di bin serweriya Rêjîma Sûriyê de ye. Bi giştî li gorî zanyar dibêjin ku dirêjahiya Çem ji jêder heya ketina wê ji Çemê Firatê re nêzî 442 km ye.
 
Geliyê Zirgan û Cirbic ji ku tê û tevlî kîjan çemî dibe?
 
Gelek geliyê din tevlî çemê Xabûrê ku jêdera wê ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye, dibe, jê geliyê Zirganê ye, dirêjahiya wê jî 95 km ye . Di heman demê de geliyê Circibê biçûk û Circibê mezin e.
 
Bendava Basil hat avakirin
 
Li ser Çemê Xabûrê li Navçeya Şedadê, di sala 1997'an de bendavek bi navê Basil ku avê kom dike ji aliyê Mûhavfizê Hesekê (Mustefa Mîro) tevî ku zanyaran ji karesata ku dê derkeve hişiyarî dabûn, hate avakirin. Bendav ne bes bû 100 bîr jî ava kirin. Ji wê demê êdî pirsgirêkên gel bi avê re û germahiya Avhewayê zêde bûn. 
 
Gelek rengê fêkî, zebze, genim û pembo hatin çandin û hilberîna wan pir baş bû
 
Ava çem gelekî paqij e û gelê Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê heta Dêra Zorê sûd jê werdigirt. Ji ava çem darên tirî, zebze û fêkî dihatin çandin û hilberîna wan di asteke herî baş de bû. Di heman demê de ceh, genim û pempo jî dihat çandin û avdan. Li aliyekî din jî gel ajalên mîna çêlek, mirîşk û bizin xwedî dikirin û li gorî wê jiyana xwe dimeşandin û bi rê ve dibirin.
 
Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re çem ber bi meciqandinê ve çû
 
Piştî ku şer li Sûriyeyê dest pê kir û gelek hêzên herêmî û navdewletî dest avêtinê da ku berjewendiyên xwe jê bigirin û aloziyê kûrtir bikin. Dewleta tirk çemê Xabûrê ku bi sedhezaran gel jê sûd werdigirt û di havînê de pêkan bû ku çem neherike, meciqand. Di aliyekî din de da ku bandorê li aboriya herêmê bike, di zivistanê de êdî lehî rabû û gelek malên welatiyan ber avê ketin û li Hesekê jî zarok ketin ber lehiyê, di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Çemê Xabûrê di asteke pir bilind de diherike Rojavayê Kurdistanê (Serêkaniyê-Til Helef û gelek kaniyên din). Dewleta Tirk ji aliyê Bakurê Kurdistanê li ser çem bendavek û gelek bîrên kûr ava kir û bi demê re rêjeya avê kêm dibû. Di şeva 23'ê Sibata 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê bi hemû hêza xwe êrîşî Navçeya Til Temirê kirin û gelek gundê aliyê din ên çem girtin, lê piştî hewldanên pir mezin şervanên YPJ/YPG'ê  xwe gihandin aliyê din ê avê û karîbûn wan gundan rizgar bikin.
 
Bûyera ku bala kesî nekişand! 
 
Bûyera balkêş di vir de bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê re Ava Çemê Xabûrê rabû û Pirê di navbera Navçeya Til Temir û Gundê Xêbiş de ji aliyê çeteyan ve, bi erebeyeke bombebarkirî  hedef hat girtin. Da ku Şervanên YPJ/YPG'ê riya wan qut bikin û nikaribin xwe bighînin aliyê din yê şer û hevalê xwe yê birîndar û berxwedêr xilas bikin. Her wiha yên ber xwe didin cebilxaneyê bigihînin wan. Lê berxwedana şervanan û bi saya fedekarên wî welatî gundên ku hatibûn girtin, hatin rizgarkirin.
 
Berdana avê, alîkarî da DAIŞ'ê ku bi sedan Aşûriyan jî birevîne
 
Bi êrîşa 23'Sibatê armanc qirkirina gelan bû, yek jê gelê Aşûrî bû ku berî 104 salî li Tirkiyeyê rastî komkujî û qirkirinê, hatin. Di encamê de bi hezaran aşûrî û ermenî hatin qetilkirin. DAIŞ'ê êrîşî herêmê kir û bi sedan aşûrî revandin, lê piştî diyaloga di navbera qeşeyên Aşûriyan û Çeteyên DAIŞ'ê de ew jin, zarok, mêr, kal û pîrên hatin revandin,bi dayîna pereyan hatin berdan.
 
Koçberbûna Aşûriyan yek ji polîtîkayên Tirkiyê û hevkarên wê ye 
 
Piştî wê bûyerê beşek mezin ji Aşûriyan koçî welatê derve mîna Emerîka, Ewropa, Qeneda, Ewistiralya û gelek welatên din bûn. Li wir bi zimanê wan welatan xwendin û pasporta wan jî girtin êdî ew aşûrî bûn hemwelatiyê wan welatan û di her nifşekî de ku mezin dibe dîrok û çanda aşûriyan bi zanebûn tê pişaftin. Ev yek jî polîtîkayên Tirkiyeyê û hevkarên wê ye. Niha Aşûriyên ku li Til Temir mane Çem bi "Geliyê Xwînê" didin pênasekirin. Di vir de têkiliya di navbera çeteyên DAIŞ'ê û dewleta tirk de xuya kir. Heger çeteyan êrîş kir dê çima Tirkiyê ava Xabûr ku jêdera wê ji Bakur e, berde û bigihêje astekê ku mirov êdî nikarin derbasî aliyê din bibin? Di şevekê de çemê ku di carekê de meciqîbû, rabû û bû lehî. Dema ku mirov dikeve nava gumanan, li bersiva pirsên xwe digere û bi bersiveke wiha rû bi rû dimîne.Heta ku şer û pevçûn hebûn av jî pir bilind bû, piştî çeteyên DAIŞ'ê têk çûn êdî roj bi roj ava çem jî kêm bû heta ku gihaşt astekê çem meciqî.