ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2019'AN

  • 09:00 27 Tebax 2019
  • Rojev
*Yek ji çemê Rojava yê girîng ku di sedan gundî de derbas dibe û digihêje Kantona Hesekê û tevlî Çemê Firatê dibe, Çemê Xabûrê ye. Çemê Xabûrê yê ji Bakurê Kurdistanê diherike di dîrokê de bûye şahidê gelek bûyerên bi êş. 
 
*Jinên Hêza Parastina Civakî der bare wate û giringiya erka xwe ya parastina civakê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Di nava salên şoreşê de Hêzên Parastina Civakî dikaribûn cewher û aramiya civaka xwe biparêzin û bibin hîmekî bingehîn ji şoreşa jinê re."  
DÎMEN HEYE
 
*Yek ji sê şaredariyên bajarên mezin ên qeyûm lê hatibûn tayînkirin şaredariya HDP’ê ya Mêrdînê bû. Qeyûmê tayînî şaredariyê bû îcrata wî ya ewil, midûrê mêr tayînî Serokatiya Daîreya Polîtîka Jinan kir. Niha jî bi tehdîdê hewl dide xebatkarên jin ji kar derbixe.
 
*Bi îdiaya ‘pere dişînin ji çiyê re’, qeyûm tayînî sê şaredariyên bajarê mezin ên HDP’ê hatin kirin û bertekên li dijî qeyûman didomin. Hevşaredara Elbaqê Şengul Polat wiha got: “Kîjan pere wê bişînin ku derê? Qeyûmên dema berê pereyê ji bo xizmeta gel bê kirin nehiştine. Em hîna deynê wan didin.” DÎMEN HEYE
 
*Wezareta Karê Diyanetê der barê qetilkirina Emîne Bulut de gotinên wekê ‘can û mafên jinan emanet e û destnedanê wê heye’ anî bû ziman. Gulcan Taşkiran ya SKM’î diyar kri ku diyanetê bi van gotinên xwe jin carek din kiriye mal û wiha got: “Diyaneta di her bûyera der barê jinan de dertê holê, bi alavên olî serdestiya mêr rewa dike.”DÎMEN HEYE