'Ew ê bi serîhildana jinan qeyûmê biçe'

  • 08:56 27 Tebax 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Platforma Jinê ya Şahmaran a Mêrdînê bi daxuyaniya ku da diyar kir ku ew darbeya qeyûman qebûl nakin û ew ê heta dawiyê serî hildin û gotin:"Ew ê bi serîhildana jinan qeyûmê biçe."
 
Endamên Platforma Jinê ya Şahmaran a Mêrdînê derbarê tayinkirina qeyûman de daxuyanî dan û nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûman nîşan dan. Derya Akyol li avahiya Şaxa KESK'ê li ser navê platformê daxuyanî da. Deryayê anî ziman ku tayinkirina qeyûman berdewamiya polîtikayên dijminatiya jinê ye. 
 
'Pergala hevserokatiyê hedef girtin'
 
Deryayê bi lêv kir ku bi tayinkirina qeyûman pergala hevserokatiyê hedef hatiye girtin. Deryayê wiha dewam kir:"Em dev ji îradeya xwe ya hatiye hilbijartin bernadin. Em wekî Platforma Jinê ya Şahmaran a Mêrdînê hemû jinan vedixwînin serîhildanê. Çimkî ew ê bi serîhildana jinan qeyûmê biçe."
 
'Em ê heta dawiyê serî hildin'
 
Deryayê bi bîr xist ku qeyûm dema hat tayinkirin di destpêkê de Seroka Daîreya Polîtikayên Jinan a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji kar girtiye û wiha dewam kir:"30 jinên ku li Daîreya Polîtikayên Jinan a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dixebitin bi jiderxistina kar tên tehdîdkirin. Em wekî jin darbeya qeyûman qebûl nakin. Em ê heta dawiyê serî hildin."