Meclîsa Jinan a Îzmîrê: Hûn li benda çî ne?

  • 08:56 27 Tebax 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Li dijî kuştina jinan li Îzmîrê Meclîsa Jinan daxuyanike girseyî li dar xistin û gotin: “Polîs, dozger, wezîr û serokkomar li vî welatî dema jin tên kuştin gelo hûn çi dikin? Li dijî kuştina jinan divê polîtîkayên wekheviyê bên afirandin."
 
Meclîsa Jinan a Îzmîrê, ji bo şermezarkirina kuştina Emîne Bulut li ber avahiya Navenda Turkan Saylan a Alsancaka Îzmîrê daxuyaniyeke bi girseyî li dar xistin. Jinan pankartên wekî 'Em ê kuştina jinan rawestînin' û '#Em naxwazin bimirin' hatin vekirin. Her wiha di çalakiyê de jinan dirûşmên "Dewleta qatil dê hesab bide", "Jin jiyan azadî" û "Em edaleta rast dixwazin ne edaleta mêr" berz kirin. Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên jinan piştgirî da çalakiya jinan. Li ser navê meclîsê Meltem Yildirimcan daxuyanî da. 
 
'Gelo hûn çi dikin' 
 
Meltem, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna kuştina jinê û wiha got: "Jin tenê mafê mirovan a jiyanê dixwazin. Jin li dijî kuştinan bi salane li ber xwe didin. Lê belê dewlet çi dike? Polîs, dozger, wezîr û serokkomar li vî welatî dema jin tên kuştin gelo çi dikin? Hûn li benda çî ne? Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê dema Emînê hat kuştin diyar kir ku 'Em toleransê nîşanî tu kesî nakin û em ê mudaxilê dozê bibin' bi van gotinan nikare xwe ji bûyerê dûr bixe."
 
'Ji bo wekheviyê divê polîtîka bên afirandin'
 
Meltem, diyar kir ku li hemberî Peymana Stenbolê, qanûna parastinê ya xala 6284'an, mafê nafakayê, dijwarkirina dozên hevberdanê û ji holê rakirina wekheviya zayendiya civakê tê wateya afirandina polîtîkayên dijminatiyê û wiha axivî: "Divê hikûmet li di jî kuştina jinê bikeve nav hewldanan. Her wiha pirsgirêk tenê bi hatine wekheviya zayendiyê dê pêk bê. Her wiha divê ji bo wekheviyê divê polîtîka bên afirandin. Her wiha divê Peymana Stenbolê û Qanûna parastinê ya xala 6284'an bikeve meriyetê."
 
Meltem di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku kuştina Ozgecen Aslan bû serdemek û wiha bi dawî kir: "Emîne li ber çavê zaroka xwe hat kuştin. Gotinên Emîneyê bû qerîna hemû jinên li vî welatî. Ev gotin gotina hemû jina ye. Çareserî tenê bi têkoşîna jinê pêk tê."