Li Wan û Colemêrgê çalakiyên dengderxistinê didomin
- 08:23 27 Tebax 2019
- Rojane
WAN/COLEMÊRG - Welatiyan li Wan û Colemêrgê bi çalakiyên dengderxistinê nerzaîbûna xwe ya li dijî qeyûman nîşan dan.
Çalakiyên dengderxistinê yên li dijî tayînkirina qeyûman didomin. Duh li Wan û Colemêrgê çalakî hatin lidarxistin
Li Wanê saet di 20:00'an de welatî bi hev re bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan. Welatî, di pace û şaneşînên malên xwe de li amûrên dest xwe dan û lîrandin. Her wiha di heman demê de jî ronahiyên malên xwe temirandin û vêxistin. Her wiha li kuçe û kolanan jî gelek welatî meşiyan û di meşê de dirûşmeya "Gelê Wanê ranezê xwedî li vîna xwe derkeve" berz kirin. Wesayîtên di rê de jî li qorneyê xistin.
Li Colemêrgê jî gelek kes ji bo şermezarkirina qeyûman çalakiya dengderxistinê li dar xistin. Welatiyan li quşxane û tenekeyan dan û qederekê deng derxistin.