'Em bêdeng namînin'

  • 17:15 26 Tebax 2019
  • Rojane
EDENE - Li Edeneyê jî tayînkirina qeyûman hat şermezar kirin. Platforma Jinan a Edeneyê û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem di daxuyaniya xwe de gotin ku dê xwedî li demokrasiyê derkevin û bêdeng namînin. 
 
Platforma Jinan a Edeneyê û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), li dijî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê, li avahiya Şaxa Egîtim Sen'ê ya Edeneyê daxuyanî dan çapemeniyê û bertekên xwe nîşan dan. Li ser navê Platformê Seher Kiliç axivî. 
 
Seher, diyar kir ku xebata ewil a qeyûm malên stargeha jinan girt wiha got: "Di 4 salên dawî de AKP bi zorê hilbijartinan bi dest dixe. Qeyûmên berê hatin hilbijartin nelirêtî û pêkanînên wan teqiya û li holê belav bû. Xebatên wan ên ewil mekanîzmaya hêzên jinan ên di rêveberiyên herêmî de ava kiribûn hilweşandin. Dixwazin destkeftiyên jinan ji holê rakin. Divê li dijî vê yekê em bêtir li demokrasî û wekheviya zayendî xwedî derkevin." 
 
Komek parêzerên endamên CHD'ê jî tundiya polîsan a li Îzmîr, Stenbol û Mêrsînê li dijî hevalên xwe şermezar kirin. Parêzeran li pêş avahiya Edliyeyê daxuyanî dan. Li ser navê parezeran Umît Buyukdag daxuyanî da û diyar kir ku vîna Kurdan û Kurd tune tên hesibandin û wiha got: "Em li hemberî van polîtîkayên tunekirinê bêdeng namînin."