‘Em ê nelirêtiya qeyûman ji gel re vebêjin'
- 17:06 26 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Li Wanê 8 roj in li gel astengî û mudaxaleyên polîsan çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman didomin. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku dê li dijî qeyûman li qadan têkoşîna xwe bidomînin.
Nerazîbûnên li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê didomin. 8 roj in li Amed, Wan û Mêrdinê li gel astengî û mudaxaleya polîsan çalakiyên şermezarkirinê didomin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan, Pero Dundar, Şevîn Coşkun Saît Dede, Murat Sarisaç, û Mensûr Işik, hevşaredar, rêveber û endamên HDP'ê û welatiyên li Wanê xwestin li kolana Hunerê ya Cadeya Cumhuriyetê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.
Li gel astengiya polîsan parlamenter Saît Dede li ser navê partiyê daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Li gel dorpêça polîsan HDP'yî dirûşma "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" berz kirin. Piştre girse berê xwe da avahiya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê. Li vir jî parlamenter Mensur Işık daxuyanî da.
Mensur, di daxuyaniyê de diyar kir ku îro 8 roj in li hemberî tayînkirina qeyûman çalakiyên şermezarkirinê didomin û wiha got: "8 roj in em çalakî pêk tînin û polîs nahelin welatî li dora çalakî û parlamenterên xwe bicivîn. Li gel mudaxaleya polîsan gel dîsa li qadan bûn. Nahelin em dengê xwe bilind bikin li hemberî nelirêtî û diziyê."
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Avci jî axivî û diyar kir ku dê têkoşîna xwe li hemberî qeyûman bidomînin û wiha axivî: "Em ê li her qadê dizî û nelirêtiya qeyûman vebêjin. Deşîfrekirin û gotin wezîfeya me ye."
Çalakî bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.