Rêxistina HDP'ê ya Qersê banga têkoşîna hevpar kir
- 16:47 26 Tebax 2019
- Rojane
QERS - Rêxistina HDP'ê ya Bajêr bi daxuyaniya ku da, diyar kir ku qeyûm tenê ne pirsgirêka HDP û ya Gelê Kurd in û banga têkoşîna hevpar kir.
Bertekek li dijî qeyûmên ku tayînî şaredariya Amed, Mêrdîn û Wanê hatin kirin jî ji Qersê hat. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qersê, li avahiya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya ku gelek kes tevli bûn ji aliyê Hevserokê DHP'ê yê Qersê Ekrem Savci ve hat kirin.
Banga piştevaniyê
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser binçavkirinên ku hatin kirin jî û wiha hat gotin: "Em bang li hemû kesên muxalîf yên demokrasî xwaz dikin ku li dijî desteserkirina îradeya gel têkoşîna hevpar bidin û piştgiriyê bidin me. Ji ber ku qeyûm ne tenê pirsgirêka HDP'ê û ya Gelê Kurd in."