Meclîsa Jinan a Antalyayê: Li dijî qeyûman em ê bi hev re têbikoşin
- 15:45 26 Tebax 2019
- Rojane
ANTALYA - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Antalyayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û da zanîn ku li hemberî destkeftiyên jinan êrîşek pêk hatiye û gotin: "Lê em serî natewînin û em ê bi hev re têbikoşin."
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Antalyayê li avahiya partiya xwe li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdîne daxuyaniyek dan çapemeniyê. ODP, ÎHD û Halkevlerî jî piştgirî da daxuyaniya meclîsê. Daxuyanî ji hêla berdevka Meclîsa Jinan Selma Yavuz ve hat xwendin.
'Bi talîmatan xebat tên îlegalîzekirin'
Selma, di daxuyaniyê de bal kişand ser tayînkirina qeyûman a li şaredariyan û wiha got: "Vîna gel hatiye xestpkirin. Bi taybetî jî vîna jinê hatiye xespkirin. Em biryara ku hatî dayîn qebûl nakin. Her wiha bi tayînkirina qeyûman pergala hevşaredariyê hedef hatiye girtin. Bi talîmatan destkeftiyên jinan tê îlegalîzekirin. Gelek jinên ku xebatên jinan dimeşînin hatin binçavkirin."
'Em bêdeng nabin'
Selma, da zanîn ku tu carî xestpkirina vîna gel qebûl nakin û wiha axivî: "Em ê li qadan û li kolanan bin û em ê xwedî li li vîna xwe derkevin. Bila îktîdar baş bizane ku jin û gelê li wî welatî dijîn li hemberî zilm û zordestiyê bêdeng namînin. Li cihê ku xesp hebe li vir qala demokrasiyê nayê kirin. Em li pişt sozê xwe ne. Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin. Em ê li ber xwe bidin, dengê xwe ji bo ked û vîna jinê bilind bikin. Em ê bi hev re têbikoşin."