Rojnamegerên di bin çavan de: Em ê bêdeng nemînin
- 15:37 26 Tebax 2019
- Rojane
MÊRDÎN - 5 rojnamegerên ku ev 7 roj in di bin çavan de bûn li emniyetê dest bi girtina îfadeya wan hat kirin. Rojnamegerên bir rêya parêzerên xwe peyam şandin gotin:"Ji bo polîtikayên qeyûm teşhîr nebin, bi awayekî kêfî me di bin çavan de digirin. Em ê bêdeng nemînin."
Nûçegîna me Rojda Aydin, Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal, Mehmet Şah Oruç, Rojnameger Nurcan Yalçin, Halîme Parlak dema qeyum tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûn, di dema şopandina nûçeyan de hatin binçavkirin û ev 7 roj in li Şaxa TEM'a Miduriyeta Emniyeta Bajêr tên girtin. Li emniyetê îro dest bi girtina îfadeya rojnamegeran hat kirin.
'Em dizanin me ji bo çi di bin çavan de digirin'
Rojnamegeran bi rêya parêzerên xwe peyam şandin û gotin:"Em piştî pêkanîna polîtikayên qeyûman hatin binçavkirin. Îro ket roj 7'emîn. Em dizanin me ji bo çi di bin çavan de digirin. Ji bo polîtikayên qeyûm teşhîr nebin, bi awayekî kêfî me di bin çavan de digirin. Em ê bêdeng nemînin. "