Tifaqa HDP’ê ya hilbijartinê: Em ê dek û dolabên dijberan vala derxin
- 14:56 26 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Çalakiyên li dijî qeyûman hatî destpêkirin îro jî dom kir. Îro bi beşdariya tifaqa hilbijartinê ya HDP’ê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku tayînkirina qeyûman li dijî vîna Gelê Kurd e û ew ê hemû dek û dolabên dijberên xwe vala derxin.
Li Amedê çalakiya rûniştinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 8’emîn de dewam kir. Her roja ku diçe beşdariya çalakiyê zêde dibe. Îro jî bi beşdariya parlamenter, hevşaredar û gelek welatî çalakî pêk hat. Welatî bi dirûşm û stranan berteka xwe ya li dijî qeyûm anîn ziman. Di çalakiya îro de bi beşdariya tifaqa hilbijartinê ya HDP’ê ku ji partiyên Kurdistanî pêk tê daxuyanî hat dayîn. Beriya daxuyaniyê sirûda “Herne Pêş” hat xwendin. Pişt re girseyê pankarta “Dest nedin vîna min” hilda. Di destpêkê de parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier axaftinek kurt kir.
Tifaqên HDP'ê daxuyaniyeke hevpar dan
Daxuyaniya hevpar li ser navê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Harekata Azadî, Partiya Azadî, PDK Bakur, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komînîst a Kurdistan bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî ji hêla Rêveberê DDKD’ê Abdulhay Okumuş ve û ya tirkî jî ji hêla endama Meclîsa Partiya Komînîst a Kurdistan Emel Çîftyurek ve hat xwend.
'Ev derewên wan nayê qebûlkirin'
Di daxuyaniya hevpar de hat diyar kirin ku ev çend roj in çalakiyên wan ên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin û wiha hat gotin: “Ji 19’ê tebaxê ve îradeya Gelê Kurd hat xespkirin. Ev xespkirin bi destê dewletê pêk hat. Bi sedemên nayên pejirandin vîna me hat xespkirin. Ew dibêjin ku şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wan qaşo alîkarî dişînin hin deverên din û bi terorê re eleqedar dikin. Her wiha hevserokatiyê sûcdar dikin. Wek tê zanîn hevserokatî pêkanînek hemdem e. Walîyan xwestiye her sê şaredarên me di 1’ê nîsanê de ji wezîfeyê bên girtin û ew wek qeyûm tayînî şûna hevşaredaran bên kirin. Ev jî dide xuyakirin ku sedemên wan ji binî ve derew in. Derewa wan jî ji nivîsên walî nivîsandiye derdikevin holê. Ev derew û biryarên wan qet nayên qebûlkirin.”
'Em darbeya AKP û MHP'ê re dibêjin na'
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tayînkirina qeyûman li dijî vîna Gelê Kurd e û wiha hat bilêvkirin: "Mesele ne meseleya HDP’ê yan jî partiyek din a Kurdistanî ye. Meseleya li dijî hebûna Gelê Kurd e. Dixwazin siyaseta demokratîk a Gelê Kurd terorîze bikin. Lê em ê jî di bingeha meşrû, legal û demokratîk de siyasetê bikin û em ê plangeriya wan qirêj derxin holê. Li ser têkoşîna Gelê Kurd gelek dek û dolabên wan hene. Em ji darbeya AKP-MHP’ê re dibêjin na. Lê em ê vê yekê vala derxin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê girseyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî û pişt re dawî li çalakiya xwe ya îro anîn.