Çalakiya mertalên zindî ya Serêkaniyê bi dawî bû
- 13:54 26 Tebax 2019
- Rojane
HESEKÊ - Çalakiya Konê Mertalê Zindî ku 19 roj in didome, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Li dijî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 8'ê Tebaxê de bi pêşengtiya Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk, çalakiya konê mertalê zindî, hat destpêkirin. 19 roj in gelê herêma Cizîrê di konê mertalê zindî de ku li Til Helef a girêdayî Navçeya Serêkaniyê hatibû danîn helwesta xwe ya li dijî gefan nîşan didin. Bi daxuyaniyekê, çalakiya kon bi dawî bû. Li ber kon daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Amedekar a Çalakiyê Sebah Osman ve hat xwendin.
'Na ji dagirkeriyê re'
Sebah şer û qeyrana 8 sal in li Sûriyeyê berdewam e wiha anî ziman: "Gelê herêmê para xwe ji şerê heyî girtin û gelek caran jî jin û zarok bûn qurbanên tifaqên dijminan ku hiştine heya niha qeyrana li Sûriyeyê dewam bike. Cebhet El-Nusra û DAIŞ li gel dewleta tirk Sûriyê kirin qada tevliheviyê. Têkbirina DAIŞ'ê kîna Erdogan li hember gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye. Lewra ev gef hêzê dide gelek aliyên ku dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin. Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû sazî û dezgehên ku parastina mafê mirovan dikin li hember gefan bêdeng nemînin. Em ne teror in, em in yên ku terora DAIŞ û Cehbet-El-Nusra têk birine. Em ê bi şev û roj li ber xwe bidin û nahêlin dewleta tirk buhistekê ji xaka me dagir bike."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî jiyana hevbeş" û "Na ji dagirkeriyê re" bi dawî bû.