Wekîlan Astengî nas nekir: Çalakiyên xwe bi xwe kêşandin

  • 13:43 26 Tebax 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li  Mêrdînê ku çalakiyên li dijî qeyûman di roja 8'emîn de berdewam dikin, ji ber ku şopandina rojnamegeran a daxuyaniyê hat astengkirin, parlamenterên HDP'ê bi telefonên xwe daxuyaniya dan weşandin.
 
Çalakiyên li dijî tayînkrina qeyûm ên Şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê berdewam dikin. Di Roja 8'emîn de dîsa parlamenter û rêveberên HDP'ê li Parka Karayollari ya Mêrdînê kom bûn û xwestin çalakiya xwe berdewam bikin. Piştî HDP'yî li parkê kom bûn gelek polis bi maşîneyên zirxî hatin parkê û girseya HDP'ê dorpêç kirin. 
 
Rojnamegerên hatin cihê çalakiyê û xwestin çalakiyê bişopîn rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan destûr neda ku rojnameger dîmenan bikişînin û daxuyaniyê bişopînin. Polîsan karta zer ji rojnamegeran xwest û ew asteng kirin. Li ser vê yekê di navbera parlamenterên HDP’ê û polîsan de niqaş derket. Ji ber ku polîsan destûr neda rojnameger çalakiyê bişopînin, parlamenterên HDP’ê bi telefonên xwe dîmenên daxuyaniyê kişandin û li ser hesabê meda civakî weşandin. Rojnamgerên rastî astengiya polîsan hatin ji ber ku nikaribûn nûçeyê bişopînin vegeriyan. 
 
Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul diyar kir ku Hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Figen Altındag, her dem hevşaredarên wan in û wiha bang li qeyûm kir: "Tu li dijî mirovahiyê suc dikî. Tu li dijî gelê Mêrdînê sûc dikî. Ji ber vê yekê tu yê bê darizandin. Ev sûcê li dijî demokrasiyê ye." 
 
Piştî daxuyaniyê girseya HDP'ê bi dirûşman û bi meşê derbasî avahiya HDP'ê bû.