Gelê Amedê di çalakiyan de bi biryar e

  • 13:01 26 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiyên HDP'ê yên li dîjî tayînkirina qeyûman di roja 8'emîn de bi çalakiya rûniştinê berdewam dikin.Girse li ber erbaneyê stranan dibêje û bê navber dirûşman berz dike. 
 
Nerazîbûna li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê didomin. Girseya ku 8 roje li ser Kolana Lîseyê li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakiyan li dar dixee îroa jî di saetên serê sibehê de li heman cihî kom bû.  Di nava girseyê de li gel parlamenterên HDP'ê saziyên sivîl ên li Amedê, Meclisa Dayikên Aştiyê, hevşaredar û endamên meclisên şaredariyê Nûnerên Îtîfaka Kurdistanî û gelek welatî tevli çalakiyê bûn.  
 
Beriya çalakiyê, cihê ku çalakî lê tê lidarxistin ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin. Parlamenterên HDP'ê Garo Paylan, Feleknas Ûca, Ayşe Acar Başaran, Mûsa Farisogûllari, Nîmetûllah Erdogmûş, Îmam Taşçier, Salîha Aydenîz, Remziye Tosûn û Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û welatî tevlî çalakiyê bûn. 
 
Jin bi erbaneyên xwe tevli çalakiyê bûn
 
Li gel jinên ku bi erbaneyên xwe tevli çalakiyê bûn, dayik jî bi stranên xwe. Herwiha ji 7 salî heta 70 salî welatî tevli çalakiyê bûn. 
 
Çalakî bi dirûşman berdewam dike.