Li Mêrdînê çalakiyên li dijî qeyum didomin

  • 12:42 26 Tebax 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Polîsan li Mêrdînê dîsa parlamenterên HDP’ê yên qeyûm protesto dikin dorpêç kir. Rojnamger ji derdorê hatin dûrkirin. Parlamenter bendemayîna xwe didomînin.
 
Şermezarkirina tayînkirina qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di roja 8’emîn de dewam dike. Parlamenterên HDP’ê ji avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê derbasî Parka Karayollari bûn. Polîsan parlamenter û rêveberên HDP’ê dorpêç kirin. Di navbera polîs û wekîlan de rageşî qewimî. Polîsan rojnamegerên nûçe dişopandin jî ji derdorê dûr kirin û nehiştin dîmenan bikişînin. 
 
Tevî hemû astengî û dorpêçê jî parlamenter bendemayîna xwe didomînin. Polîs nahêlin tu kes nêzî cihê dorpêç kirine bibin.