Jin bi hêrs in: AKP civaka serdest a mêr xurt dike
- 09:07 26 Tebax 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Jinên Îzmîrê diyar kirin ku desthilatdariya AKP’ê civaka serdest a mêr ku ji şîdetê xwedî dibe, newekheviya zayendî kûrtir dike û wiha got: “Em ê ne bi zayenda mêr re, em ê li dijî mêjiyê mêr têbikoşin. Em ê destûrê nedin ku cînayeta Emîne Bulut bê veşartin.”
Li Kirikkaleyê Emîne Bulut ji aliyê mêrê ku dest jê berdabû Fedaî Baran ve li ber çavê keça wê ya 10 salî bi awayekî hovane hat qetikirin û li ser vê di serî de jin gelek alî li dijî vê daketin kolanan. Jinan da zanîn ku Emîne ne ya dawî ye û gotin di dema desthilatdariyê de kuştinên jinan ji sedî 1400 zêde bûye û AKP berpirs dîtin.
‘Yekane çareserî wekheviya zayendî ye’
Ji Tora Piştevaniya Jinan Pelîn Oguş da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê ya piştgiriyê dide newekheviya zayendî civaka serdest a mêr jî xurt dike û ev jî ji şîdetê xwedî dibe. Pelînê bi lêv kir ku tiştên tên jiyîn wijdanê civakê diêşîne, lê sedema vê li ber çavan nayê girtin û got: “Em dibêjin bê perwerdehî lê carna mêrên bi dîplome ye jî dikujin. Yekane çareseriya vê wekheviya zayenda civakî ye. Divê mêr dest ji şîdetê berdin.”
‘Kuştinên jinan berhema pergala serdest a mêr e’
Pelînê destnîşan kir ku qanûna hejmara 6284’an ya bi têkoşîna jinan hatiye bidestxistin wek qanûna kurtajê nayê bikaranîn û got: “Tirkiye dixwaze ji peymana Stenbolê derkeve. Em ê xwedî li wê derkevin. AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 17 salî de bi zanebûn zext li jinan kir û mêr derxistin pêş. Kuştinên jinan jî berhema pergala serdest a mêr e. Di bertekan de jî tiştên qels û şaş tên fêmkirin hene. Jinek dema etekê kin li xwe bike û rastê tecawizê bê pirsgirêk tune ye lê dema zarokek 4 salî rastî tecawizê tê em bertek nîşan didin. Lê divê heman têkoşîn bê dayîn. Ez bawer dikim ku wê jin her tim ligel hev têbikoşin.”
‘Dijminê herî mezin ê AKP’ê jinên li berxwe didine’
Ji Tora Parastina Jinan Emîne Alpbaba, destnîşan kir ku AKP’ê li dijî têkoşîna azadiya jinan kolan qedexe kirine, lê jinan di dema OHAL’ê de jî kolan terk nekirine û got: “AKP di her derfetê de êrîşî destkeftiyên jinan dike. Em bi rêxistinbûnê hatin van rojan. Ji 2012’an heta niha di kuştinên jinan de zêdebûne heye. AKP faîzmê pêk tîne. Dijminê wê yê herî mezin jin e û dixwaze tune bike.”
Ayla Subaşi jî bi lêv kir ku li pişt kuştinên jinan feraseta ku jinan wek malê taybet dibîne û çîna duyem dibîne heye û şîdeta li ser jinan girêdayî dewlet û sermayê ye.
Dîlek Kalibaşdemîr jî ku bi KHK’ê ji peywira xwe hatiye îxrackirin jî destnîşan kir mêr naxwazin desthilatdariya ku pergalê daye wan berdin û got: “Em ê ne bi zayenda mêr re bi mêjiyê mêr re têbikoşin. Em ê jin rêxistinbûna xwe berdewam bikin.”