Hat binçavkirin, ji wargehê hat avêtin, bursa wê hat birîn
- 09:05 26 Tebax 2019
- Rojane
EDENE - Berfîn Dogan a li Zanîngeha Çukurovayê beşa rojnamegeriyê dixwend, bi hinceta tevlî daxuyaniyê bûye hat binçavkirin û piştre ji wargehê hat avêtin û bursa wê hat birîn. Berfînê da zanîn ku tiştên hatiye serê wê ji zextên li hember rojmageriyê ne serbixwe ye.
Berfîn Dogan a li Zanîngeha Çukurovayê beşa rojnamegeriyê dixwîne, bi hinceta tevlî daxuyaniyê bûye di 17’ê Hezîranê de hat binçavkirin û piştî 8 roj binçavkirinê bi şerta kontrola edlî û qedexeya derketina derveyê welat hat birdan. Berfîn ji ber binçavkirinê wê demê tevlî ezmûnan jî nebû û KYK’ê jî ew ji wargehê avêt û bursa wê jî hat birîn.
Berfînê bi lêv kir ku hefteyek berê celb ji wê re hatiye û diyar kir ew wek xwendekara beşa rojnamegeriyê tevlî daxuyaniyê bûye û got ev wek sûc derxistine pêş wê û wiha got: “Ez di pêvajoya ezmûnan de hatim binçavkirim. Ji ber vê min dersên xwe jî nedan. Ez mexdûr bûm. Hefteya borî kaxizek ji min re hat û ez hîn bûm ku ji wargehê hatime avêtin. Rayedarên wargehê gotin parastinê bike. Min bi hevkariya parêzeran parastina xwe kir lê bersiva vê nehat dayîn. Ez li Dîlokê rûdinim. Çûyîn û hatina Edeneyê gelek min dide zorê.”
Berfînê daxuyakirin ku tiştên jiyaye ji zextên li hember rojnamegeriyê ne serbixwe ye û got: “Hewl didin mirov neaxivin, nefikirin û şaşiyan neynin ziman. Li welat li hember cudahiyan rêzdarî nemaye. Ez bûm hedef. Deshilatdarî hewl dide ku tiştên tên jiyîn jî bên veşartin.”