Piştî qeyûman li Xaçortê zextên polîsan zêde bûn
- 09:04 26 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Li Wanê piştî qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Wanê bû şûnde li taxa Xaçortê zextên polîsan zêde bûn. Welatiyan diyar kirin ku hem dengên wan didizin hem jî zextan dikin û gotin ew vê bêdadiyê qebûl nakin.
Bi biryara Wezareta Karê Hundir re di 19’ê Tebaxê de ji bo şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê yên Wan, Amed û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin. Bertekên li dijî vê pêkanînê her diçin zêde dibin. Li Wanê piştî qeyûman bi roj daxuyaniyên çapemeniyê û meş, bi şev jî çalakiya deng derxistinê pêk tê.
Şêniyên taxa Xaçortê ku yek ji taxên çalakiyan pêk tîne ye, rastî tacîza polîsan tên. Şêniyên taxa ku girêdayî navçeya Îpekyolê ye, diyar kirin ku di saetên çalakî û bername tune ye jî wesayîtên zirxî tên taxê û ji kêfî bombeyên gazê davêjin.
‘Wê dîsa dizan bikin şaredariyan’
Jina bi navê Xiyal Yacan da zanîn ku berê jî polîs dihatin taxê lê piştî qeyûman her şev wesayîtên zirxî tên taxê û raste rast bombeyên gazê diavêjin. Xiyalê berteka xwe ya li hember polîs û qeyûman wiha vegot: “Gelo mirovahî, edalet û hiqûq ev e? Êdî bes e! Ka kê çi kiriye, ji sibehê heta êvarê taxê kontrol dikin. Dîsa îradeya me xesp kirin. Wê dîsa dizan li şaredariyê bi cih bikin û xizanan ji kar derxin.”
‘Hem dengê me xesp dikin hem jî zextan dikin’
Jina bi navê Hafsat Abî jî destnîşan kir ku tevî li taxê çalakî an jî bernameyek tune ye jî, di saetên ku zarok li kolanê ne bombeyên gazê diavêjin taxê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wesayîtên polîsa ji sibehê heta êvarê, bi şev jî helîkopter li ser taxê digerin. Ji ber hewa germ e şibakeyên me vekirî ne. Em carekê dinêrin çavên me dişewitin. Li taxê aramamiya me nemaye. Gelo wê zarokên me bi gazê mezin bibin? Hem dengên me xesp dikin û hem jî zextan dikin. Em ê şaredariyên xwe bêxwedî nehêlin.”
‘Li vî welatî çima sindoq tên avakirin?’
Basra Abî jî bi lêv kir ku ew li welatekî bê edalet dijîn û wiha pê de çû: “Bila dengên me li wan heram be. Mafê me wê ji wan re nemîne. Em ne gelekî ku zilmê heq dike ne. Madem hevşaredarên me ji peywirê digirin çima em dengan bi kar tînin?”
Esra Tîmur jî anî ziman ku wê neyên lîstikên qeyûman û tiştên hatine kirin jî wê qebûl nekin.