Li Wanê polîsan êrîşî çalakiya li dijî qeyûman kir
- 17:03 25 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Li Wanê bi tevlibûn wekîlên HDP’ê gel desteserkirina bi rêya qeyûman protesto kir. Polîsan êrîşî girseya gel ku parlamenter jî di nav de bûn kir. Gelek kes hatin binçavkirin û girse bi parlamenteran re hat dorpêçkirin.
Li Wanê berxwedana li dijî desteserkirina bi rêya qeyûman di roja 7'an de berdewam kir. HDP'yiyên ku bi dirûşman meşiyan bi êrîşa polîsan re rûbirû hatin. Di encama êrîşa ku hat kirin de koma ku di nav de parlamenter jî hebûn hatin derbkirin. Polîs bi gaza bîberê êrîşî girseyê kir û gelek kes binçav kirin.
Polîsan girseya ku parlamenter Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Saît Dede, Mensur Işik û Şevîn Coşkun û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî heye dorpêç kir û radiwestîne.