Semîha Tugan jiyana xwe ji dest da
- 16:08 25 Tebax 2019
- Rojane
COLEMÊRG - Semîha Tugan a ku 28 salan li hêviya lawê xwe yê li girtîgehê ma, piştî lawê wê tehliye bû bi du mehan jiyana xwe ji dest da.
Dayika Serhat Tugan ê ku di 16 salya xwe de ket girtîgehê ku piştî 28 salan di 44 saliya xwe de tehliye bû Semîha Tugan (73) jiyana xwe ji dest da. Semîha ya ku 28 salan li hêviya lawê xwe ma, piştî lawê wê di hezranê de tehliye bû tenê 2 mehan pê re ma û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Semîhayê li gel gora lawê wê Ferhat Tugan ê ku di 4'ê Nîsana 2016'an de li Fransayê jiyana xwe ji dest da li Goristana Taxa Merzan a Kêlîkeska hat definkirin.
Malbata û dostên malbatê tevli merasîma cenazeyê Semîhayê bû lê lawê wê Serhat Tugan ê ku li dervê bajêr bû tevli nebû. Ji bo Semîhayê li Mizgefta Çatalallar şîn hat danîn.