Çalakiya rûniştinê di roja 7'emîn de ye:Wê jin bi ser kevin

  • 15:04 25 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Bi sedan kes tevli çalakiya rûniştinê ya HDP'ê ku li dijî qeyûman dest pê kir bûn. Oya Ersoy a HDP'yî ku piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî da got; "Wê jin bi ser kevin û qeyûm jî wê biçe."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li dijî qeyûman biriyara çalakiyan girt îro jî li Kolana Lîseyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Girseya ku çalakî pêk anî stran gotin û govend gerand.
 
Li gel çalakiyan dorpêça polîsan a li dora avahiya şaredariyê didome. Kolana Elazigê û rêyên derdorê bi bendên polîsên Tirk hatin astengkirin. Her wiha TOMA li hemû rêyan hatin bicihkirin. Kolana Lîse jî ku çalakiya rûniştinê lê pêk tê bi bendên polîsan hatiye dorpêçkirin. Saet di 13'00'an de piştî ku pankarta bi nivîsa "Dest nede îradeya min" hate hildan daxuyaniyek ji raya giştî re hate ragihandin.
 
'Ev daxwaza demokrasiyê ye'
 
Hevserokê Halkevlerî (Malêngel)  Nûrî Gunay destpêkê axivî û bal kişand ser çalakiyên protestoyî û ev tişt got "Ev yek îradeya çar aliyên tirkiyeyê ye.  Daxwaza demokrasiyê ye, biryara demokrasiyê ye, daxwaza aştiyê ye, îradeya jiyana wekhev e" û destnîşan kir, ya darbe lê hatiye kirin ev daxwaz û îrade ye."
 
'Ev têkoşîna jinan e'
 
Parlamentera DHP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy î da zanîn ku ev têkoşîn têkoşîna jinan e û wiha berdewam kir:  "Di biryara qeyûm de destpêkê êrîş li sîstema me ya hevserokatiyê hate kirin. Jin baş zanin ku qeyûmên beriya niha çi kar kirin. Ji ber vê yekê ev têkoşîn têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan e li dijî siyaseta dijminê jinê, li dijî siyaseta paşverû û serdestiya mêr."
 
Oya bal kişand ser girîngiya wekheviyê û ev tişt got:  "Em dixwazin li vî welatî bi rengekî wekhevî, azadî û aştiyane bi hev re bijîn. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê sîstema qeyûm bidomînin. Ev têkoşîn têkoşîna azadiyê ye li dijî faşîzmê. Ev têkoşîn têkoşîna me hemûyane, em ê bi ser bikevin, gel wê bi ser bikevin."