Çalakiyên nerazîbûnê li dijî qeyûman berdewam dikin

  • 13:39 25 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiyên li Amedê yên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê di roja 7’an de didomin. Li aliyekî polisan 7 rojin avahiya şaredariyê dorpêç kirine, li aliyê din hilbijêrên HDP’ê çalakiyên xwe yên li kolanan berdewam dikin û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz dikin. 
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Di heman şevê de li 29 bajaran operasyona helwext li dar xistin û 418 kes binçavkirin. Li dijî tayînkirina qeyûm û operasyonên siyasî bertek û nerazibûnên gel li gelek bajaran didomin. Li Amedê jî hilbijêrên HDP'ê û nûnerên rêxistinên demokratîk 7 rojin li dijî tayînkirina qeyûm çalakiyan li dar dixin. Îro dîsa endam, rêveber, hevşaredar û parlamenterên HDP’ê li Kolana Lice kom bûn û çalakiya xwe ya rûniştinê di roja 7’an de berdewam kirin.
 
Polîsan serê sibê dîsa avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dorpêç kir. Polisan dîsa rêya Kolana Xarpêtê û bi maşîneyên zirxî û TOMA li trafîkê girt. Polîsan rêya Lîse ku diçe ser Kolana Xarpêtê bi barîyeran girt. 
 
Çalakî berdewam dike.