Jinên ciwan û Komîteya Perwerdeya Demokratîk li dijî êrîşan meşiyan

  • 13:06 25 Tebax 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina gef û tehdîdên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê,  YJR'ê û KPC-D meşiyan.   
 
Hemleya rêzeçalakiyan a  Kongreya Star  ku bi dirûşma "AX û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe", ji bo rawestandina gef û zextên dewleta tirk li ser herêmên bakur  û rojhilatê Sûriyê hatibû destpêkirin berdewam dike.  Di çarçoveya van çalakiyan de Yekîtiya Jinên Ciwan (YJR) û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratî (KPC-D) daketin qadan û helwesta Tirkiyê bi meşekê şermezar kirin. Di meşê de bi sedan jin û ciwan ji tevahî sazî û dezgehên civakî yên Herêma Hesekê û navçeyên wê Serêkaniyê, Zirgan, Dirbêsiyê, Til Temirê, tevlî meşê bûn.
 
Di meşê de alên Yekîtiya Jinên Ciwan,  Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Kongreya Star  û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  hatin hilgirtin. Meş ji gundê Elokê yê Serêkaniyê  hat destpêkirin  wê  li ber konê mertalên zindî li navçeya Serêkaniyê  Kantona Hesekê werê rawestandin. 
 
Meş bi dirûşmên "Ji dagirkeriyê re na","Em ê axa xwe biparêzin" û "Em dagirkeriyê qebûl nakin" hat destpêkirin.
 
Meş berdewam dike.