Mertalên zindî çalakiya xwe li ser sînor didomînin

  • 12:41 25 Tebax 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Çalakiya mertalên zindî ya Kantona Kobanê ku li dijî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin bê navber didome.
 
 37 rojin li gundê Qeremux ê Rojhilatê Kobanê mertalên zindî bi dirûşma "Em welatê xwe diparêzin"  çalakiya ku dabûn destpêkirin a li ser sînor didomînin. Îro jî sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û şêniyên taxa şehîd Fîras a Kobanê çalakî dewer girtindewir.
 
Çalekvan bê navber bi dirûşmên " Bijî yekîtiya gelan"  û "Ji dagirkeriyê re na" berz dikirin.