Ji jinan bang: Em naxwazin bimirin

  • 10:44 25 Tebax 2019
  • Rojane
STENBOL - Li Qadiykoyê bi hezaran jin daketin kolanan û li dijî qetilkirina Emîne Bulut  ji aliyê Fedaî Baran ê xwe jê berdabû gotin "Em dixwazin bijîn". Herwiha jinan xwest ku Peymana Stenbolê jî bikeve meriyetê. 
 
Bertekên li dijî qetilkirina Emîne Bultu ku li Kriklareliyê ji aliyê hevjînê xwe yê dest jê berdabû hat qetilkirin berdewam dikin. Duh bi heman aramancê li Kadikoyê jî çalakî hat lidarxistin û bi hezaran jin tevli bûn. Jinan di çalakiyê de pankartên "Em naxwazin bimirin" û "Mêr dikûşe dewet temaşe dike."  hilgirtin. 
 
'Qîrîna Emîneyê ya hemû jinan e'
 
Di çalakiya ku hat lidarxistin de daxuyanî hat dayîn. Sekretera Giştî a  Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm ku daxuyanî xwend diyar kir ku qîrîna Emîneyê ya Hemû jinan e. Fîdan di berdewamiyê de ev tilt got: "Hemû jin wekî Emîneyê dibêjin em naxwazin bimirin û bi vê metirsiyê dijîn. Jin di bin zextan de ne. Mafên jinan her dem mijara gotinê ye.  Li dijî vê jinên ku dixwazin azad bijîn û mafên xwe biparêzin hene. Daxwaza Emîneyê ya me hemû jinan e û em naxwazin bimirin."
 
'Divê peymana stenbolê bikeve meriyetê'
 
Nûnera Giştî ya Pllatforma Em ê kuştina Jinan Rawestînin  Gulsum Kav jî wiha got: "Em komeke mezin a ku li Ehlaq, li rûmeta mirovahiyê  û li mafên jinan xwedî derdikevin e. Kesên naxwazin bikujin û tevli vê nabin wê peymana Stenbolê û hiqûqê bi hev re pêk bînin."
 
Piştî axaftinan çalakî bi meşê bi dawî bû.