Felsefeya jiyanek nû: Jîneolojî (2)
- 09:01 25 Tebax 2019
- Rojane
Dîcle Demhat
'Jin wê bi têkoşîna xwe bigihêjin serkeftinê'
KOBANÊ - Endama Komîteya Jineolojîyê Dîrok Qehreman di beşa duyem a hevpeyvîna xwe de, di derbarê pêşketin û deskeftiyên herêmê û sazîbûna Jîneolojîyê de axivî û wiha got:"Jin wê bi têkoşîna xwe bigihêjin serkeftinê."
Ji berhemên şoreşa Jinê li Rojavayê Kurdistanê zanista Jîneolojîyê xwediyê cihekê girîng bû. Têkoşîna jinan a bi salan berhemên wê di nava vê şoreşê de bi encam bû. Di hemû kêliyên keda jiyanê de jin xwedî par e. Zanista Jîneolojîyê jî encama vê kedê ye. Gelê herêmê gihaştiye wê baweriyê ku zanista Jîneolojîyê şêwaza jiyana hevbeş bi xwe re anî û li ser wê esasê perwerdekirina xwe li ser têgeha rastiya jinê û destkeftiyên wê dibînin. Têkîldarî vê mijarê Endama Komîteya Jîneolojî Dîrok Qehreman ji ajansa me re axivî.
Di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de Jîneolojî çawa cih girt?
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di encama keda 20 salan a Rêber Apo pêk hat. Rêber Apo bi vî awayî hêz û germahiya gelan ji bo jiyana azad keşif kir. Dikaribû enerjiya jiyanê ya ku hatibû veşartin derxwe holê. Hezkirina jiyanê û rûmeta azad bi mirovan bide hêskirin. Li ser hîmên rast ên şoreşa jinê li qadên parastinê, perwerdeyê, çandê, aboriyê civak rakir li ser piyan. Jin hebûna xwe da rûniştandin zanebûna wê jî zanista jinolojî bû. Bi vî awayî jin herikîn qadan û xwedî li şoreşa xwe derketin û bi zanista Jîneolojî hîmên zanistî yên şoreşa xwe dan çêkirin.
Zanista Jîneolojiyê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di kîjan astê de ye?
Li Rojavayê Kurdistanê zanista Jineolojî xwe saz kir. Yekemîn navend li Herêma Efrînê hat vekirin, lê di encama dagirkeriya dewleta Tirk de xebatên wan li Şehbayê didome. Piştî Efrînê me navendên lêkolînê, li Dêrîk , Minbic, Reqa, Tebqa, Girê Spî, Hesekê û herî dawî li Kobanê dan vekirin.Weke herêma Firatê jî me navendên lêkolînkirina civakê di aliyê civaknasiyê de vekirin. Lêkolînên me jî li ser dîroka Kobanê, rola jinan di nava avakirin û pêşxistina herêma Kobanê de didomin. Lêkolînên me li ser dîroka jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Di nava vê civakê de jinên Tirkmen, Ermen, Çerkez û Ereb jî cih digirin. Divê em van civakan nas bikin, çandên wan lêkolîn bikin da ku em bigihêjin encamên jiyana rast ya gelan. Diyalogên zanistî û civaknasiyê bidin avakirin bi rêbazên atolye, komxebat û semîner da ku hemû civak ji vê zanistê fêr bibin û nêzikatiyek di navbera çandên wan de were pêşxistin.
Projeyên we yên pêşerojê di zanista Jîneolojîyê de çi ne?
Em dibînin pirsgirêkên herî zêde di qadên civakê de yên jinan e. Dûrxistina jinê ya ji qadên siyasetê ne rast e. Divê ev nêrîn were sererastkirin û jin di qadên siyasî de xwediyê rol, mîsyon û biryar be. Di warê aboriyê de jî ya ku herî zêde ked dide jin bû, lê weke ku dihat gotin jin ji aboriyê fêm nake, divê ev nêrîn jî bi rêbazên rast bê guhertin. Tu kes nikare biryaran derheqê jinê de bide. Jin ew e xwediyê biryarên xwe. Di nava civakê de xweşikbûn û exlaq em zindî bikin û vegerin naveroka wê ya rast. Gelek qadên weke tendirustî, dîrok, felsefe û hwd weke jin xwe di nav de sazkirin û pêşengiya guhertina wê dikin. Loma ev mijar ji bo Jîneolojiyê niha mijarên sereke ne û lêkolînên me ji bo keşfên nû yên rastiya jinan û têkoşîna wan berdewam in.