ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2019'AN
- 09:00 25 Tebax 2019
- Rojev
*Endama Komîteya Jineolojîyê Dîrok Qehreman di beşa duyem a hevpeyvîna xwe de, di derbarê pêşketin û deskeftiyên herêmê û sazîbûna Jîneolojîyê de axivî û wiha got:"Jin wê bi têkoşîna xwe bigihêjin serkeftinê."DÎMEN HEYE
*Miloxî yek ji kevintirîn û navdartirîn xwarinan e. Di demsala berhevkirina wê de gelek kesk hişk dikin. Gelek fêdeyên miloxiyê hene. Jina ji Kobanê ya bi navê Xalîda Mihemed derbarê miloxiyê de axivî. Xalîdayê got:"Gel gelekî ji miloxiyê hez dike loma di metbexên her kesî de miloxiya hişk her tim heye. Ji ber ku fêdeyên wê zêde ne loma eleqeyek mezin ji bo miloxiyê heye."DÎMEN HEYE
* Parêzerên, tayînkirina qeyûman a ji bo sê şaredariyên HDP’ê protesto dikirin rastî şîdeta polîsan hatin û hatin binçavkirin diyar kirin ku ew serî natewînin û li dijî faşîzmê wê gotina xwe her tim bêjim. BI DÎMEN
*Endama Piştevaniya Mor Pelîn Songul Çîçek da zanîn ku hewl tê dayîn ku rêveberiyên herêmî biguherin qadên mêr lê serdestin û got ew di rêveberiyên herêmî de nûneriya jinan dixwazin û divê xwedî li destkeftiyên jinan bê derketin. BI DÎMEN
*Sekretera Aborî ya Tum Bel-Senê sati Burucunu Çali der barê tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê de axivî, balkişand ser krîza ku Tirkiye tê de ye û wiha got: “Dema mirov hemû çavkaniyên krîzan difirkire, mirov dibîne ku ev mudaxaleyên tên kirin ji bo AKP temenê xwe dirêj bike ye. Tayînakirina qeyûman jî bi vêarmancê hatiye kirin.” BI DÎMEN