Li Beşîktaşê êrîşî çalakiya jinan kirin
- 19:28 24 Tebax 2019
- Rojane
STENBOL - Bi pêşengiya jin bi hev re bi hêz in li dijî tayinkirana qayuman jinan li Beşîktaşê çalakî li dar xistin. Polîsan êrîşî çalakiyê kirin. Yek jê rojnameger ji 20'î zêdetir kes hatin binçavkirin. Bi dirûşma "Ji binpêkirina mafên me û qeyuman re na" Platforma Jinan a Jin bi hev re Bi Hêz in" li ber postexaneya Beşîktaşê çalakî ji aliyê jinan ve hat lidarxistin. Polîsan cih çalakiyê dorpêç kirin.
Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên “Jin jiyan azadî”,”Îradeya me ya me ye” hatin hilgirtin. Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gudum, Dîlan Dirayet Taşdemir, Serpîl Kemalbay, Oya Ersoy Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî beşdarî çalakiyê bûn. Polîsan êrîşî çalakiyê kirin û di encamê de 23 jin û rojnamegerek kirin bin çavan.
Zuleyha Gulum ji bo binçavkirin çê nebe hewl da lê polîsan êrîşên xwe dewam kirin. Dilan Dirayet Taşdemir li dijî lêdana polîsan derket lê polîsan li Dirayetê jî dan. Jinek ku ji ser hişê xwe çû rakirin nexweşxaneyê.
Polîsan gaza îsotê berda jinên ku dirûşme berz kirin. Her wiha polîsan heqaret jî li jinan kirin.
Jinên ku bertek nîşanî binçavkirinan dan bi tilîliyên xwe dîsa ber bi Qada Beşiktaşê ve meşiyan.