Li Riha û Dîlokê ji bo Emîneya hat qetilkirin daxuyanî hat dayin

  • 17:15 24 Tebax 2019
  • Rojane
DÎLOK/RIHA - Li Dîlok û Rihayê jinan ji b Emîne Bulut a ku ji aliyê Fedai Varan hat qetilkirin daxuyanî dan. Jinan gotin êdî ew kesek jî kêm nabin. 
 
Mêrê bi navê Fedai Bulut li Kirikkaleyê jina bi navê Emîne Bulut li ber keça wê qetil kiribû. Platformên Jinan ên Riha û Dîlokê têkidarî mijarê de daxuyanî dan. 
 
Di bin banê platforma Dîlokê de HDP, CHP, KESK, EMEP, SYKP, LGBT-İ ve TİP TMMOB, li Şaxa Egitim Sen a Dilokê hatin gel hevdu. Bi daxuyaniyê tundiya li dijî jinê hat şermezarkirin. 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew ê jin li dijî polîtîkayên dijminê jinê bisekine û hat gotin ku ji bo tundî û zilma li dijî jinê nê dubarekirin ew ê têkoşîna li her qadê bidome. 
 
'Dixwazin dest bidin ser destkeftiyên me'
 
Li Rihayê jî ji bo Emîne Bulut daxuyanî hat dayin. Daxuyanî bi beşdarbûna CHP, HDP, KESK, Mala Jinê ya Jiyanê li Şaxa Egitim Sena Rihayê hat dayin. Hevseroka Egtim Sena Rihayê Leyla Mumin axivî û got:"Dixwazin dest bidin ser destkeftiyên me jinan. Lê dê têkoşîna me ya li dijî hemû bêhiqûqiyan bidome. Tu jin naxwaze bi tundiyê rû bi rû bimînin. Ji bo em hesabên Emînayan bipirsin em ê têkoşîna xwe bidomînin."