Li Edeneyê HDP'yan qeyum şermezar kirin
- 15:15 24 Tebax 2019
- Rojane
EDENE - Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê bi dirûşma "Em ê li dijî qeyuman huş nebin, nesekinin" bi çalakiyên meş û rûniştinê tayinkirina qeyuman şermezar kir.
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê bi dirûşma "Em ê li dijî qeyuman huş nebin, nesekinin" li Qada Beşocak a Edeneyê bi çalakiyên meş û rûniştinê tayinkirina qeyuman şermezar kir. Polîsan xwestin çalakiyan asteng bikin.
Berê çalakiya rûniştinê pêk hat û dawiyê beşdarvanên çalakiyê ber bi avahiya bajêr ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Em ê serî hildin û bi ser bikevin","Bijî berxwedana Amedê" hatin berzkirin. HDP'yan li ber Dibistana Amedakariyê ya Tepebagê çalakiya rûniştinê pêk anî.
Her wiha dorpêçkirina polîsan a li dora Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê ya ji 19'ê tebaxê roja tayinkirina qeyuman didome.