KESK, DÎSK, TTB û TMMOB dê biçin serdana hevşaredaran

  • 15:00 24 Tebax 2019
  • Rojane
ENQERE - Heyeta ku ji KESK, DÎSK, TTB û TMMOB'ê pêk bê dê biçin serdana hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê. 
 
Heyeta ku ji Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglu, Hevserokê giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk, Serokê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Sînan Adiyaman û Serokê Lîjneya Rêveberiyê ya Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Emîn Korkmaz pêk tê dê biçin serdana hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê. 
 
Heyet dê di 27'ê mehê de biçin Amedê û li vir daxuyaniyeke hevpar bidin raya giştî.