‘Li dijî qeyûman têkoşîna hevpar a jinan hewceye'

  • 14:49 24 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Li dijî tayînkirina qeyûman 6 roj in li Amedê çalakiyên şermezarkirinê pêk tên. Ligel dorpêça polîsan çalakî li Cadeya Lîseyê pêk hat û li gel berteknîşandana qeyûman kuştina Emînê Bulut jî hat şermezarkirin.
 
6 roj in çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdinê bê nav ber didomin. Welatiyên li Amedê îro carek din bi parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin kom bûn û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiya rûniştinê de pankarta 'Dest nede vîna min' vekirin û her wiha dirûşmên wekî  "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin", "Li dijî faşîzmê bi hev re têkoşîn", "Dê qeyûm biçe, em ê li vir bin" û "Bê Amed jiyan nabe" hatin berzkirin. Çalakiya rûniştinê 2 saetan dom kir. Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî hat dayîn. 
 
Di çalakiyê de parlamenterê HDP'ê Garo Paylan axivî û got: "Ligel her tiştî em li ser piyê xwe ne û li ber xwe didin. Me di hilbijartina Stenbolê de piştgirî da CHP'ê ev tişt ji hezkirina CHP'ê pêk nayê. Ji bo demokrasiyê me piştgirî da CHP'ê û Îmamogluyê. Heke Tirkiye û cîhan li hemberî tayînkirina qeyûman bêdeng bimîne ev tişt dê bê wateya piştgirî dayîna kirinên Erdogan. Amed niha li ser piya ne em ê qeyûman li vir bişînin. Her wiha em dîsa bang dikin ku li dijî qeyûman divê dengeke xurt bê derxistin."
 
Endama Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, di çalakiyê de tayînkirina qeyûman şermezar kir û her wiha bal kişand ser kuştina Emîne Bulut û wiha got: "Emîne Bulut bi hovane hat qetilkirin. Bi hezaran jin niha ji bo azadiyê têdikoşin. Em bang li jinên têkoşer dikin ku li dijî tayînkirina qeyûman jî bibin yek û têbikoşin.