Malbatên Şehîdan li Qamişlo û Girê Sipî bi meşekê gefên dewleta tirk şermezar kirin
- 14:26 24 Tebax 2019
- Rojane
QAMIŞLO - GIRÊ SPÎ - Malbatên Şehîdan li Kantona Qamişlo û Girê Sipî bi meşeke girseyî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên li ser Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.
Malbatên Şehîdan li Kantona Qamişlo û Girê Sipî bi meşeke girseyî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên li ser Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.
Li Qamişloyê meş hat lidarxistin
Di çarçoveya rêzeçalakiyên hemleya tevgera Kongreya Star a bi dirûşmeya "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerîyê û DAIŞ'ê tê bibe" dest pê kiribû, îro bi hezaran malbatên Şehîdîan ên Kantona Qamişloyê li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî bajarê Qamişloyê meşiyan. Meş bi armanca şermezarkirina êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin.
Meş bi alên Kongreya Star, YPJ/YPG'ê û TEV-DEM'ê û bi û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tekoşerên azadiyê hat xemilandin. Her wiha pankertên bi nivîsên "Welat welatê me ye, na ji dagirkeriya Osmanî re", "Bijî baweriya gelan", hatin hilgirtin. Meş ji pêşiya Navenda Kongreya Star dest pê kir û li qada Azad ya navçeya Tirberspiyê rawestiya.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Malbatên Şehîdan axaftin hat kirin. Di axaftinê de êrîşên dewleta tirk ên li dijî vîn û îradeya gelan bi tund hatin şermezarkirin. Her wiha banga tevahî gelên li Sûriyeyê hat kirin ku bi yek dilî û dengî têkoşîna xwe bidomînin.
Meş bi dirûşmeyên "Na ji dagirkeriyê re", "Bijî berxwedana Amedê" bi dawî bû.
Li Girê Spî jî gelek kes meşiyan
Dayik, hevjîn û zarokên şehîdan yên Kantona Girê Spî di çarçoveya rêzeçalakiyên Kongreya Star de, meş li dar xistin.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanya ya rêxistina Kongreya Star ya li dijî gef û kiryarên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina şoreşa Rojavayê Kurdistanê dayik, hevjîn û zarokên şehîdan yên Kantona Girê Spî di bin dirûşmeya "Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe"meşiyan.
Meş ji çarxerêya dadgehî ya kevnar dest pê kir. Dayikan bi diruşmeyên "Bijî berxwedana gel", "Na ji dagirkeriyê re" û "Şehîd namirin" berz kirin. Di heman demê de posterên têkoşerên azadiyê hatin hilgirtin. Meş li gel çalakiya Mertalên zindî ku li dijî gefên dewleta Tirk di 18'ê Tîrmeha 2019'an ve hatiye destpêkirin û bê dem û dorveger berdewam dike rawestiya.
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê, daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Kantona Girê Spî Zozan Berces ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Li ser navê dayik, hevjîn û hemû jinên ku di vî şerî de canê xwe feda kirine, em ji raya giştî û cîhanê re dibêjin ku tehdîdên dewleta tirk ên li ser heremên me ku bi bihaneya parastin û ewlehiyê tê kirin qebûl nakin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dema ku bi xwîna zarokên me hat rizgarkirin, herêmeke bi ewle ye. Em jî weke dayikên ku bedel di warê rizgarkirina van xakan de dane, li ser bingehê diruşmeya "Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe", em ê parastina welatê xwe bikin û em ê li rex şervanên xwe bin.
Dewleta Tirk qaşo xwe weke bi edalet nîşan dide, îro êrîşî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê dikin, hevserokên van şaredarîyan bi îradeya milyonan hatine hilbijartin. Dewleta Tirk mafên hemû gelan înkar dike û ditepisîne. Loma em bangawaziya hemû gelên xwe û bi taybet jinan dikin ku li dijî vê bê edaletiyê rabin ser piyan û mafên xwe biparêzin.
Her wiha em piştgiriya xwe ji hemleya Kongreya Star ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û em weke dayik û hevjînên şehîdan dengê xwe tevlî wan dikin. Li ser vê bingehî em ê xwedî li xwîna zarokên xwe derkevin.
Meş bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Bijî yekîtiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê", "Bijî hevgirtina gelan", "Bijî Serok Apo û "Serkeftin ya me ye" bi dawî bû.