22 jin hatin kuştin û 32 jin jî dawî li jiyana xwe anîn

  • 14:18 24 Tebax 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 6 mehên dawî yên sala 2019’an de, li Herêma Federal a Kurdistanê 22 jin hatin kuştin û 32 jin jî dawî li jiyana we anîn. Her wiha 99 jin jî şewitîne û 58 jinan jî xwe şewitandine.
 
Rêveberiya giştî ya têkoşîna dijî tundiya li hemberî jinê ya li Herêma Federal a Kurdistanê, rêjeya 6 mehên sala 2019’an ya tund û tujiya hemberî jinan belav kir  Li gorî rêjeyê, di nava 6 mehên sala 2019’an de, 22 jin hatine kuştin, 32 jinan dawî liyana xwe anîne. Di sala 2018'an de jî 25 jin hatibûn kuştin û 41 jin jî dawî li jiyana xwe anîbûn.
 
Li gorî heman rêjey, 99 jin şewitîne û 58 jin jî xwe şewitandine. Her wiha di nava 6 mehan de 47 bûyerên destdirêjiya ser jinan pêkhatine. Li gorî sala par îsal zêdetir doz hatine vekirin. Li gorî rêjeyê 4 hezar û 972 doz hatine vekirin.
 
Li gorî daneyên ku hatine derxistin; 
 
Hewlêr: 5 jin hatin kuştin, 7 jinan xwe kuştin, 28 jin şewitîn, 18 jin xwe şewitandin. Herwiha 11 bûyerên destdirêjiyê pêkhatin.
 
Dihok: 7 jin hatin kuştin, 13 jin xwe kuştine, 21 jin şewitîne, 10 jin xwe şewitandine û 12 jin jî rastî destdirêjiyê hatine.
 
Silêmanî: 7 jin hatin kuştin, 11 jin xwe kuştin, 33 jin şewitîne, 17 jin xwe şewitandine û 16 jin jî rastî destdirêjiyê hatine.
 
Germiyan: Jinek şewitiye û 3 jin jî rastî destdirêjiyê hatiye.
 
Raperîn: 3 jin hatine kuştin, 11 jin şewitîne, 6 jin xew şewitandine û 5 jî rastî destdirêjiyê hatine.
 
Soran: Jinek xwe kuştiye, 5 jin şewitîne û 7 jinan xwe şewitandine.