Li nexweşxaneyê êrîşî hevjîna xwe kir
- 14:10 24 Tebax 2019
- Rojane
DÎLOK - Li Dîlokê Guldane Y. ku li nexweşxaneyê welidî û zarok anî dinê, li odeya nexweşxaneyê rastî tundiya hevjînê xwe hat. Guldane Y. bi giranî birîndar bû.
Li Kirikkaleyê di 18'ê tebaxê de Emîne Bulut ji aliyê mêrê pêre hatibû zewicandin Fedaî Baran ve bi awayekî hovane li pêş çavan hat kuştin. Hêj kuştina Bulut di rojevê de bû vê carê li Nexweşxaneya Dr. Ersîn Arslan a Dîlokê dayika 3 zarokan a 28 salî Guldane Y., rastî tundiya hevjînê we Ahmet Y. hat. Guldane Y., piştî li nexweşxaneyê welidî û zarok anî dinê, Ahmet Y. li odeya serwîsê êrîş kir û Guldane bi giranî birindar kir. Rewşa Guldane Y. giran e.