Li dijî tayînkirina qeyûman şêniyên Nisêbînê daketin qadan
- 12:57 24 Tebax 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbîna Mêrdînê tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Mêrdîn, Amed û Wanê bi daketina qadan hat şermezarkirin.
Piştî Wezîre Karên Hundir di 19'ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amed Wan û Mêrdînê kir, weatiyên Mêrdîn, Amed û Wanê 6 roj in çalakiyan li dar dixin. Şêniyên li Nisêbina Mêrdinê jî ji bo tayînkirina qeyûman şermezar bikin bi tevlîbûna parlamenter, endam û rêveberên HDP'ê û her wiha Meclîsa Dayikên Aştiyê meşeke girseyî li dar xistin û qeyûm şermezar kirin.