Amedekariyên mîtînga 1'ê Îlonê dest pê kir

  • 12:42 24 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - HDP, bi dirûşma "Ji bo aştiyeke bi rûmet çareseriya demokratîk" dê di 1'ê Îlonê de Roja Aştiyê ya Cîhanê li Amedê mitîngek li dar dixe. Komîteya amedekar a mîtîngê banga tevlîbûna mîtîngê kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, dê bi dirûşma "Ji bo aştiyeke bi rûmet çareseriya demokratîk" li Qada Stasyonê mîtîngek li dar bixe. Komîteya Amedekar a Mitîngê têkildarî mitîngê, li avahiya HDP'ê ya bajar civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Serokê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Ramazan Kaya û nûnerên rêxistinên civakî tevlî civînê bûn. 
 
'Em ê dengê xwe bilintir bikin'
  
Endamê Komîteya Amedekar a Mîtîngê Cîgirê Hevserokê Bajar ê Amedê Saît Demîr, di civînê de axivî û diyar kir ku dest bi xebatên mîtîngê kirine û serî li saziyên sivîl dane. Saît da zanîn ku dê di mîtîngê de daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman û wiha got: "Ji bo pêvajoya şer a ku 40 salên li erdnîgariya me didome, wergera prensîbên aştiyê, divê em dengê xwe bilindtir bikin. Hêviya hemû civakê ev e. Ji bo aştiyek bi rûmet, tişta dikeve ser milê me, tekoşîn dayîne."
 
'Bi polîtîkayên qeyûman encam nayê girtin'
 
Di berdewamê de Saît destnîşan kir ku bi polîtîkayên qeyûman encam nayên girtin û wiha pê de çû: "Bi polîtîkayên tundiyê encam nayên girtin. Serboriya me ya 40 salan vê yekê nîşan dide. Ji ber vê yekê divê herkes ji bo avakirina aştiyek bi rûmet, xwedî li mîtîngê derê û beşdarî wê bibe."
 
Dê mitîng di 1'ê Îlonê de saet di navbera 15.00 û 19.00'an de li Qada Stasyonê bê lidarxistin.