'Em şideta mêr teşhîr dikin'
- 12:29 24 Tebax 2019
- Rojane
ÊLIH - Bi pêşengiya TJA'yê ji bo Emine Bulut a ku ji aliyê Fedai Varan ve hat qetilkirin daxuyanî hat dayin. TJA'yê di daxuyaniyê got:"Emê bibin Amed, Kirikkale, Konya, Êlih û bi hev re têbikoşin. Em ê sistema ku her roj şidetê dike biguherin. Em şideta mêr teşhir dikin."
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Emine Bulut a ku 4 sali berê dev ji Fedai Varan berdabû û ji aliyê wî hat qetilkirin daxuyanî da. Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, aktivîstên TJA'yê Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Songul Korkmaz beşdarî daxuyaniyê bû. Daxuyanî li ber avahiya HDP'ê hat dayin. Pankarta bi navê “Ji bo veguhertin û azadiyê tu jî rabe” hat hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê aktivîsta TJA'yê Derya Aslan hat kirin.
'Em şideta mêr teşhir dikin'
Di berdewamiya daxuyaniyê Derya wiha got:"Dewlet di bin navê namûsê de her cureyên şidetê rewa dike. Em şideta mêr a ku zilmê li jinê dike û jinê dike kole teşhir dikin.
'Gotina wê ya herî dawî 'ez naxwazim bimirim' bû'
Deryayê diyar kir ku Emîne li ber bi dehan çavên mirovan hatiye qetilkirin û wiha domand:"'Gotina Emînyê ya herî dawî 'ez naxwazim bimirim' bû. Me bihîst ku jina bi navê Emel Hac Huseyin a ku li Êlihê ji aliyê mêrekî din ve hat birîndarkirin jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Li vî welatî di 17 salan de 15 hezar jinî jiyana xwe ji dest dan. Sedema vê yekê polîstîkayên îktidarê yên dijminê jinê ne. Kesên li dijî cinayeta jinan bêdeng dimînin sûcdar in."
'Em qebûl nakin'
Deryayê wiha dewam kir:Hedefa qeyûman a yekem li dijî sistema hevserokatiyê bû. Em dizanin ku ji bo çi êrîşî jinên parlamenter ên HDP'ê dikin. Em polîtakayên şîdetê red dikin. Em qebûl nakin. Em serî natewînin. Em naxwazin bimirin."