Li Amedê çalakiya rûniştinê di roja 6'an de didome

  • 11:38 24 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Li dijî tayînkirina qeyûman 6 roj in li Amedê çalakiyên şermezarkirinê didomin. Îro dîsa welatî li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin kom bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
6 roj in çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdinê bê nav ber didomin. Welatiyên Amedê îro carek din bi parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin kom bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Her wiha sazî û rêxistinên sivîl, Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) îro tevlî çalakiya rûniştinê bûn. 
 
Çalakiya rûniştinê li gel dorpeça polîsan bi stran, dirûşm, tilîlî û çepikan dest pê kir.