HDP a Îzmîrê: Divê li dijî qeyum em li gel hevdu bin

  • 08:59 24 Tebax 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - HDP'yîyan bi Kursiya Azad a ji aliyê Baroya Îzmîrê ve hatiye amadekirin banga têkoşîna bi hev re kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo qeyumên tayînî Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê bûne şermezar bikin li Kursiya Azad a ku ji aliyê Baroya Îzmîrê ve hatiye avakirin mafê axaftinê girt. Ji bo kursiyê Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglu, Endama MYK'a HDP'ê Gulsun Agaoglu, Ji hevparên HDP'ê endama PM a Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) mafê axaftinê girtin. 
 
Di destpêkê de Erol Katircioglu axivî û diyar kir ku îktidara AKP-MHP'ê hiqûqê esas nagire û bi ser gel de diçe û ji bo vê yekê têkoşîna  hevpar pêwist e. 
 
'Divê jin li dijî qeyuman bisekinin'
 
Piştre Gulsum Agaoglu axivî. Gulsumê got:"Divê jin li her qadê be û têbikoşe. Mekanizmayên ji AKP-MHP'ê hêzê digirin hene. Loma cinayetên jinan zêde dibin. Qeyum îradeya jinê xesp dike. Dê jin vê yekê nas nekin. Divê jin li dijî qeyuman bisekinin. Ev êrîş tenê ne li ser kurdan e loma divê hemû gel di nava têkoşînekê de li dijî vê bêhiqûqiyê bisekinin."
 
'Divê bajarên rojavayê Tirkiyeyê dengên xwe derxin'
 
Gulcan Taşkirian jî wiha got:"Em bang dikin ku hemû gelên li Tirkiyeyê piştgiriyê bidin gelê kurd. Divê bajarên rojavayê Tirkiyeyê dengên xwe derxin. Îro xespa ku li bajarên kurdan tê kirin ew ê sibehê li rojavayê tirkiyeyê jî bê kirin. Em bang hemû kesî dikin ku deng bidin Wan, Amed û Mêrdînê."