'Heta ku qeyûm biçe em ê çalakiyên xwe berdewam bikin'
- 17:07 23 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Parlamenterên HDP'ê yên ku ji bo qeyûmên tayînî 3 şaredariyên HDP'ê hatin kirin şermezar bikin li 'Parka Hunerê' hatin gel hev ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç ku li ser navê HDP'yiyan axvî wiha Got: "Ez bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dikim ku li dijî vê darbeyê piştgiriyê bide me. Heta ku qeyûm biçe em kuçe û kolanan terk nakin."
Çalakiyên Şermezarkirinê yên li dijî tayînkirina qeyûman li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wan û Mêrdînê berdewam dikin. Li Wanê parlamenterên HDP'ê ku xwestin li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatin asetengkirin. Parlamneterên ku li Parka Hunerê hatin gel hev Şevîn Coşkun, Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, Abdullah Koç, Fatma Kurtulan, Saît Dede û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yadîşen Karabulak û Umît Dede, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ji laiyê polîsan ve hatin astengkirin.
'Em banga piştevaniyê li Raya Giştî dikin'
Piştî hevdîtina di navbera parlamenter û fermandarên emniyetê de parlamenter Murat Sarisaç diyar kir ku ew qedexeya polîs nas nakin. Murat ê ku bang li gel kir û axaftina wî bi anonsên polîsan dihat birîn ev tişt got: "Qeyûmên we darbe ne. Vê darbeyê paşve bikişînin. Ez ji vir bang li tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê dikim ku li dijî vê darbeyê li gel me cih bigirin û piştgiriyê bidin me. Em kuçe û kolanên xwe hat qeyûm biçe terk nakin."
Pitî daxuyaniyê parlamenter li kafeyeke Kolana Hunerê ya Wanê bi gel re rûniştin. Lê welatiyên ku xwestin li gel parlamenteran rûnên ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.