Li Ewropayê li dijî tayînkirina qeyûman rêze çalakî tê lidarxistin

  • 16:15 23 Tebax 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tayînkirina qeyûman li Ewropayê bertek mezin bûn û her wiha plansaziya rêze çalakiyan hat derxistin. Seroka Komîteya Jêr a Mafê Mirovan a Parlamentoya Ewropayê Marîa Arena, tayînkirina qeyûman şermezar kir. Her wiha li Ewropayê li dijî qeyûman Platforma Demokrasiyê hat avakirin 
 
Nerazîbûnên li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdin û Wanê li Ewropayê jî didomin. Li Ewropayê platformeke nû ya berxwedanê hat avakirin û banga tevgera lezgîn hat kirin. Serokê şaredariya Karlsruhe Frank Mentrup, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Her wiha seroka Komîteya Jêr a Mafê Mirovan a Ewropa Marîa Arena jî tayînkirina qeyûman şermezar kir. Dîsa Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê jî biryar da ku li dijî qeyûman dê rêzeçalakî li dar bixin. 
 
Marîa Erena: Em piştevaniyê didin şaredarên HDP'yî
 
Seroka Komîteya Jêr a Mafê Mirovan a Ewropa Marîa Arena, diyar kir ku bi hevşaredarên ji erkê hatine girtin di nava piştevaniyeke tam de ne û wiha got: "Li ber çavnegirtina vîna gel nayê erêkirin. Em piştevaniyê didin  Adnan Selçûk Mizrakli, Ahmet Turk û Bedîa Ozgokçe Ertan ên di hilbijartina xwecihî ya 31’ê adara 2019’an de bi dengê zêde bi serketin.”
 
Şaredarê Almanî li hemberî qeyûman bêdeng nemînin
 
Şaredarê Karlsruhe Frank Mentrup, li hemberî tayînkirina qeyûman erka hevkara xwe ya projeyê hevşadara bajarê mezin a Wan’ê Bedîa Ertan Ozgokçe bertek nîşan da. Frank ku ji wezîrê karê derve yê Almanya Maas re name nivîsîbû xwest ku Almanya li hemberî qeyûman bêdeng nemîne û bikeve tevgerê. Frank ku ji bo hevşaredara bajarê mezin a Wanê Bedîa Ertan Ozgokçe di meha tîrmeha bihorî li Karlsruhe pêşwazî kiribû û gotibû “hempêşeyî û siyasetmedarê wêrek û xwebawer”, bi pesn û methê qala xebatên xweber yên Bedîayê kiribû. Her wiha di serî de Partiya Çep’an û Kesk’an gelek komên partiyan û rêxistiên sivîl ji bo piştewaniya bi hevşaredarên HDP’yî merasîman lidardixin.
 
Li dijî qeyûman Platforma Demokrasiyê hat avakirin
 
Saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê li dijîn, tayînkirina qeyûman a li şaredariyên HDP'ê şermezar kirin û Platforma Demokrasiyê ava kirin. Platform banga tedbîrên lezgîn û çalakiyan da. Di civîna ku plansazî hat li darxistin de dê bê navber çalakiyên şermezarkirinê bên lidarxistin. Her wiha dê hewl bidin ku ji siyasetmedarên Parlamentoya Ewropayê û welatên din bi hevkarî şandeyekê çêbikin û biçin serdana hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê. 
 
Li dijî tayînkirina qeyûman li Elmanyayê rêze çalakî 
 
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyek weşand û ragihand, di 24'ê tebaxê de wê li bajarên cuda yên Elmanyayê ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman dê çalakî bên lidarxistin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Desthilatdariya AKP'ê naxwaze dengekî bi tenê yê mûxalîf bibihîze. Vê polîtîkayê bi biryardarî didomîne. Tayînkirina qeyûman li şaredariyan encama vê polîtîkayê ye. Gel serê xwe li ber vê zîhniyetê natewîne. Dê heta dawiyê li ber xwe bide. Li dijî faşîst û dagirkeran em bang dikin ku tevlî meş û mîtîngên 24'ê tebaxê yên li bajarên Elmanyayê pêk bên bibin."