Ji gelê Amedê bersîv: Kesê mafê xwe nexwaze cahil e
- 16:03 23 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Welatiyên Amedê piştî çalakiya rûniştinê ya li dijî qeyûman daxuyanî da çapmeniyê. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Safiya Sezgîn ku di daxuyaniyê de axivî wiha got: "Dibêjin, 'kurd tiştekî nizanin û cahil in'. Lê ne wiha ye. Cahil ew in. Kesê cahil li mafê xwe xwedî derdikevin gelo? Kesê li mafên xwe û îradeya xwe xwedî derneyê cahil e."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li dijî tayînkirin qeyûman bera çalakiyan da, îro jî li Kolana Lîseyê çalakiya xwe ya rûniştinê li dar xist. Piştî çalakiya rûniştinê ya 4 setan daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Dest nede îradeya min" hat vekriin û çalakgeran dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" , "Li dijî faşîzmê bibin yek" berz kirin.
'Em ê çog ne çikînin'
Di serî de Berdevkê Koma HDP'ê Sarohan Oruç, axivî û got ku ev darbe roja hilbijartinê hatiye pilankirin. Saruhan wiha berdewam kir: "Sûcê demokrasiyê kirin, sûcê hiqûqê kirin. Dibêjin ku ew li gorî hiqûqê tevgeriyan e. Lê derewan dikin û dixwazin ku ser sûcê xwe binixumînin. Darbe kirin. AKP'ya ku dibêje ez li dijî darbeyê me bûye partiya darbeyan. Vê îktîdarê sûc kiriye. Em ê nişan bidin ku em vî sûcê li dijî me hatiye kirin qebûl nakin û çog naçikînin. Gel nîşan da ku qeyûman naxwaze. Ev darbe di roja hilbijartinê de hatiye pilankirin."
'Kesên cahil ew in'
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Safiya Sezgîn jî diyar kir ku ew qeyûman nas nakin û wiha got: "Her cara ku em destê xwe ji bo aştiyê dirêj dikin ew me qetil dikin. Derewan dikin. Hem her tiştî dizanin. Em qeyûman qebûl nakin û komkujiyan jî qebûl nakin. Dibêjin 'kurd tiştekî nizanin û cahil in'. Lê ne wiha ye. Cahil ew in. Kesê cahil li mafê xwe xwedî derdikevin gelo? Kesê li mafên xwe û îradeya xwe xwedî derneyê cahil e."
Çalakî bi çepik û dirûşman piştî daxuyaniyê qediya.