Li Meletê qeyum hatin şermezarkirin

  • 15:18 23 Tebax 2019
  • Rojane
MELETÊ - Rêxistinên HDP û KKP'ê derbarê tayinkirina qeyuman de daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku îradeya gel hatiye xespkirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komînist a Kurdistanê (KKP) ji bo şermezarkirina tayinkirina qeyuman li avahiya HDP'ê daxuyaniya çapemeniyê dan. Hevserokê HDP'ê yê Meletê Kemal Gedik daxuyanî xwend û diyar kir ku tayinkirina qeyuman helwestek dijminatiyê ye. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Bi tayinkirina qayiman şaredarî veguhertin xirbeyan. Bi destên wezareta karê hundur şaredarî bûn cihê nelirêtiyê. Gel van pêkanîna qebûl nake. Li dijî xespkirina îradeya gel em bang li hemû hêzên demokrasiyê dike ku dengê xwe bilind bikin."