Wekîl Sinn Feinê: Divê YE dawî li bêdengiya xwe bîne
- 15:12 23 Tebax 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Parlamentoya Ewropayê Martina Anderson a ji Sinn Feinê tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'î şermezar kir û diyar kir, divê Yekîtiya Ewropayê dawî li bêdengiya xwe ya li pêşberî zextên dewleta Tirk bîne.
Nerazîbûna li dijî tayînkirina qeyûman a şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li qada navneteweyî didome. Parlamentera Sinn Feinê ya li Parlamentoya Ewropayê Martina Anderson li dijî qeyûman şaredariyan rawestiya.
Martina daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: "Rewşeke tirsnak e ku hikûmeta tirk şaredarên sê bajarên ku piraniya şêniyên xwe Kurd in; şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bi rengekî nedemokratîk ji wezîfeyê dûr xist û li şûna wan hinekî din tayîn kir. Ev kiryar yek ji wan hewldanên hikûmetê ye ku ji bo kontrolkirina başûrrojhilatê Tirkiyeyê timî dubare dike. Dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredaran êrîşa herî dawî ye ku li dijî HDP'ê hatiye kirin. Lîderê berê yê partiyê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de zêdeyî 50 hilbijartî hîn li girtîgehê ne. Min beriya niha serdana parlamenterên HDP'ê yên girtî kir û bi xwe dît ku dewlet zexteke bi çi rengî li wan dike. Yekîtiya Ewropa ku fonê dide Tirkiyeyê divê li pêşberî zextên dewleta Tirk ên li dijî Gelê Kurd û nûnerên wan ên hilbijartî bêdeng nemîne."