Bi armanca piştewaniyê KESK çû serdana HDP'ê
- 14:36 23 Tebax 2019
- Rojane
WAN - Endamên KESK'ê yên li Wanê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm dan û ji bo piştevaniyê çûn serdana HDP'ê.
Bertekên li hemberî tayînkirina qeyûman ev 5 roj in bi çalakiyên cuda didomin. Li gel astengî û mudaxaleya polîsan li Wan, Amed û Mêrdinê çalakiyên şermezarkirinê şev û roj didomin. Her wiha serdan û daxuyaniyên sazî û rêxistinên sivîl jî didomin. Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê li dijî tayînkirina qeyûman çû serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û piştgirî da HDP'ê.
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya KESK'ê Yilmaz Yildirim di serdanê de axivî û polîtîkaya qeyûm weke 'darbe'yê pênase kir. Rêveberê KESK'ê diyar kir ku hevşaredarên wan Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci ne û wiha axivî: "Ev yek wê ti carî neyê guhertin. Vê darbeya ku li îradeya gel hatiye kirin careke din şermezar dikin."
Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede jî diyar kir ku ew li dijî polîtîkaya qeyûm bi hêzên demokrasî û kedê li ber xwe didin.