Ji 37 saziyên li Îzmîrê berteka hevpar a li dijî qeyûman

  • 14:24 23 Tebax 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê 37 sazî li dijî tayînkirina qeyûman bertekeke hevpar nîşan dan û gotin: "Li Tirkiyeyê pirsgirêkên esasî yên civakî, aborî û siyasî hene, lê bi tayînkirina qeyûman ev rojev hat guhertin. Hewl didin ku têkçûna xwe ya siyasetê veşêrin."
 
Li Îzmîrê 37 sazî û dezgeh bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê dan. Civîna çapemeniyê ya 37 sazî û dezgehan li salona civînê ya Baroya Îzmîrê pêk hat. Li ser navê sazî û dezgehan parêzera Baroya Îzmîrê Perîhan Kayadelen daxuyanî da. 
 
Perîhan, diyar kir ku namzetiya şaredariyan Wan, Amed û Mêrdinê ji hêla YSK'ê ve hatibûn erêkirin û wiha dom kir: "Der barê hevşaredaran de heta niha dozek nehatiye vekirin. Ji dûrxistina peywîrê li dijî demokrasiyê ye. Di demokrasiyê de divê hurmetê nîşanî vîna hilbijêran bidin. Lê niha vîna hilbijêran hatiye binpêkirin. Mafê bijartin û hilbijartinê hatiye îhlalkirin. Li hemberî vîna gel darbeyek pêk hatiye. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên esasî yên civakî, aborî û siyasî hene, lê bi tayînkirina qeyûman ev rojev hat guhertin. Hewl didin ku têkçûna xwe ya siyasetê veşêrin."
 
Perîhan, di daxuyaniya hevpar ya 37 saziyan de destnîşan kir ku xwedî li derketina vîna hilbejêran mafeke welatîbûnê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê demîldest hevşaredar biçin ser karê xwe û hurmetê nîşanî vîna hilbijêran bidin."