'Perwerde ji bo me hîmê bingehîn e'
- 11:57 23 Tebax 2019
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - Mamosteyên Kantona Kobanê ji bo sala nû tevlî perwerdeyên birdozî bûn. Mamosteyan gotin: "Ji bo ku nifeşekî baş ava bibe, divê di destpêkê de mamoste ji hemû aliyan ve têrker bin, loma perwerde ji bo me hîmê bingehîn e."
Li Kantona Kobanê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) piştî bi dawîbûna sala xwendinê ya 2018-2019'an, ji bo mamosteyan dewreyên perwerdeyên havînê dan destpêkirin. Li Kantona Kobanê bi giştî 3 dewreyên mamosteyan ên perwerdeyê hene. Di hersê dewreyan de li gorî biranşan wane têne dayin. Perwerdeyên tên dîtin wiha ne: Pedegojî, rê û bêbazê dayîna waneyan, Bîrkarî, Ziman, Zanyarî, Çand û Huner, wêje, zimanê Erebî, Înglîzî, Jineolojî, Biyolojî, Kîmya, Fîzîk, Wêne, Mûzîk, Werzîş, Çand û Exlaq, Erdinîgarî, Civaknasî, Dîrok û Felsefe. Îsal 3102 mamoste di perwerdeyan de derbas bûn. Piştî bi dawîbûna dewreyên perwerdeyê yên mamosteyan wê di 15’ê Îlonê de dibistan vebin û mamoste wê xwedevanên xwe perwerde bikin. Di derbarê perwerdeyê de mamoste, rêveber û endamên komîsyona perwerdeyê nêrînên xwe parve kirin.
'Mamoste avakerên nifşên nû ne'
Esma Şêx Nûh ku li dibistana Şehîd Azad perwerdeyê dide wiha got: "Em weke mamoste beşdarî perwerdeyê bûne da ku em bikaribin nifşekî baş ava bikin. Me gelek fêde dît û em hîna jî dibînin, gelek mamosteyan jî kêmasiyên xwe nas kirin û niha di hewildana çareserkirina wê de ne. Ji ber ku mamosteyek dikare nifeşekî hilweşîne û dikare ava bike, loma divê ji hemû aliyên xwe ve têrker be."
'Dema xwesteka mirovan a pêşketinê hebe dê encam baş be'
Niştiman Hec Murad ku li peymangeha Şehîd Zozan komisyona zimanê Îngilîzî ye wiha axivî: "Li gor çavdêriyên me di riya dayîna perwerdeyê de em dibînin ku asta mamosteyan pêş ketiye. Ya girîng xwestek e. Dema ku xwesteka mirovan ya pêşketin û xwe sererastkirinê hebe dê encamên baş jî derkevin holê. Kêmasiyên ku em dijîn di komisyonan de ye. Ji ber ku mamosteyên me piranî nû ne, li hinek cihan valahî derdikeve."
'Perwerde mamosteyan ava dike'
Peyman Ebd-El Rehman a Endama Rêveberiya Giştî ya dibistanan wiha nêrînên xwe parve kir: "Di pergala me de piştî ku dibistan bi dawî dibin em di navbera havînê de hemû mamosteyan derbasî perwerdeyan dikin, da ku kêmasî û şaştiyên di nava salê de derketine werin çareserkirin û ji bo sala nû mamoste amede bin. Di perwerdeyan de her mamosteyek beşa xwe dibîne, li kêleka wê jî rê û rêbazê dayîn, standinê û ziman jî dibîne, da ku kesayeta xwe ji hemû aliyan ve ava bike."
'Perwerdeyên vê salê ji yên borî baştir in'
Peymanê di domandina axaftina xwe de behsa sîstema perwerdeyan kir û got: "Perwerdeyên vê salê ji yên borî baştir bûn ji ber ku sîstem hatiye rûniştandin. Ji bo asta seretayî, navîn û amedehî dewre di sê qonaxan de hatin vekirin. Niha jî dewre li Kantona Kobanê, bajarokê Sirînê, navçeya Çelebî û Qinê didomin. Li kêleka beşên wan ên taybet rê û rêbaz, çand û exlaq, zimanê Kurdî û Erebî tên dayîn. Niha jî qonaxa dawî ya perwerdeyan e ku li sê navendên cuda hatine destpêkirin."
'Perwerde hîmê bingehîn ên mamosteyan e'
Peymanê di dawiya axaftina xwe de diyar ku perwerde di qonaxa dawî de ye û paşê wê dest bi amedekariyên vekirina dibistanan bike û got: "Perwerdeya mamosteyan bi giştî baş derbas dibe, gelek mamoste di perwedeyan de bi ser ketin û beşek jî bin ketin. Yên binketî niha dîsa di perwerdeyê de ne û di aliyê rê, rêbaz û ziman de xwe pêş dixin. Perwerde ji bo me hîmê bingehîn e, ji ber ku zanebûn bê dawî û sînor e, mamoste çiqas zane be û di beşa xwe de pêşketî be, ewqas jî fêdeyê dide şagirtan. Piştî ku perwerde bi dawî bibin em ê êdî dest bi amedekariyên ji bo destpêkirina sala nû bikin."