Derbarê polîsên îşkence lê kirin de wê serlêdana sûc bike
- 11:10 23 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Rojnameger Yelda Ozbek a ku bi lêdanê hat binçavkirin û bi lêgrîna tazî re rûbirû hat hiştin ji bo 7 rojan rapora nikare bixebite girt. Yeda got ku ew ê li dijî polîsên îşkencekar serlêdana sûc bike û xwest ku hevalên wê yên di bin çavan de bên berdan.
Rojnameger Yelda Ozbek ya ku dema çalakiyên şermezarkirinê yên tayînkirina qeyûman li Amedê dişopandin hat binçavkirin, li bedena wê şopên îşkenceyê hene û destên wê jî terikî ne. Yelda ji ber îşkenceya lê hatiye kirin ji bo 7 rojan rapora nikare bixebite girt. Yeda diyar kir ku ew ê derbarê îşkencekaran de serlêdana sûc bike. Yelda di 20'ê Tebaxê de hat binçavkirin tişta jiya vegot. Yelda got ew rojnameger e û çalakiyên pirotestoyî yên li dijî qeyûmên hatin tayînkiri ndişopandin û wiha berdewam kir: "Tundiya li hember çapemeniyê wê rojê jî me dît. Li Amedê ez û li Mêrdînê jî 5 hevalên me yên ku çalakiyên şermezarkirinê dişopandin hatin binçavkirin."
Heta ber wesayita polîsan porê wê girtin û kaş kirin
Yelda îşkenceya lê hat kirin wiha vegot: "Dema ku min binçav kirin îşkence li min kir. Min wê demê dîmen dikêşand û polîsa hat telefona min ji destên min girt û dîmenê ku min kişandibû jêbir. Li gel ku min got ez rojnameger im û min karta xwe ya rojnamegeran nîşan da dîsa jî hatim tehdîtkirin. Ji min re otin 'hûnê jî bibînin'. Piştre bi porê min girtin û min kaş kirin. Heta ber deriyê wesayita binçavkirinê bi porê min girtin û min kaş kirin. Li aliyekî jî bi pihînan li laşê min didan. Çar pênc polîsan bi hev re li min didan. Lêdana xwe di wesayitê de jî domandin."
'Min bi lêgerîna tazî re rûbirû hiştin'
Yelda diyar kir ku di destê wê de derz hebûye û li gel ku ji polsan re vegotiye dîsa jî bi awayê ters xwestine destên wê klepçe bikin û ev tişt anî ziman: "Min bi israr got ku ez kelepçeyê qebûl nakim. Li ser bertekên welatiyên ku hatibûn binçavkirin ên di wesayitê de dest ji kelepçekirina min berdan. Li gel min 17 kesên din ku hatibûn binçavkirin hebûn em birin saloneke sporê ya li ser rêya Farqînê. Li wê li mehemûyan lêgerîna tazî ferz kirin. Piştre em birin nexweşxaneya leşkerî. Ji bo kesên li gel min bêyî mayene bikirin girtek nivîsîn û ew şandin. Lê min bi israr got di destê min de derz heye û ji ber vê min sewkî nexweşxaneyê kirin Lê wê jî bêyî ku bijîşk min muayene bike min paşve şand. Dikarim vê bibêjim tenê ne ez hemû kesên ku li wê li gel min bûn bi îşkenceyek giran re rûbirû man. Divê îşkence hem di warê fîzîkî û hem jî di warê psîkolojîk de bê destgirtin. Ji ber ku tundî gelek zêde bû."
Wê serlêdana sûc bike
Yelda piştî ku derxistin dageriyê bi şertê kontrola edlî û qedexeya dervê welat serbest berdan. yelda ji bo 7 rojan rapora nikare karekî bike girt. Yelda anî ziman ku ew ê bi parêzerên xwe re serlêdana sûc bike ji ber îşkenceya lê hatiye kirin û ev tişt got: "Li tirkiyeyê li ser çapemeniyê tundiyeke mezin heye û em vê li qadê bi çavên xwe dibînin û dijîn."
'Bila hempîşeyên me serbest bên berdan'
Yelda anî ziman ku gelek hempîşeyên wê di bin çavn de ne û got ku bila hevalên wê serbest berdin. Yelda wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê dest ji nûçeyên rast ku em ji gel re radigihînin bernedin. Li gel hemû zext û zordariyê em ê karê xwe bernedin û têkoşîna xwe bidomînin."