Civîna Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya du mehan dest pê kir

  • 10:34 23 Tebax 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Civîna Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya du mehan bi tevlîbûna hemû Endamên Meclîsê dest pê kir.
 
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kongreya xwe li dar xistin û meclîsa xwe ava kirin. Meclîsa jinê ji Partîyên Siyasî, rêxistin, sazî û jinên serbixwe yên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Îro li hola Zana ya bajarê Qamişloyê Mecîlsê civîna xwe ya du mehan li dar dixe. Bi tevlîbûna hemû Endamên Meclîsê civînê dest pê kir. Civîn bi armanca nirxandina xebatê du mehan tê lidarxistin.
 
Di civînê de dê rewşa siyasî li herêmê were nirxandin. Her wiha dê rapora Koordinasyona Meclîsê were xwendin û li ser kar û xebatê nirxandin were kirin. Di dawiyê de jî dê pêşniyar û bernameya xebat ya du mehan were diyarkirin.
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. A niha jî civîn bi nirxandinên rewşa siyasî didome.